Jinên Kurd li Fransayê konferansa xwe ya 3'yemîn pêk anîn 2019-06-10 09:19:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîstên Tevgera Jinên Kurd ên li Fransayê 3'yemîn konfrensa xwe pêk anîn.    Konferansa Sêyemîn a Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) li paytexta Fransa Parîsê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariya nêzî 100 delegeyî pêk hat.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê Zeynep Dersim di konferansê de axivî û bal kişand ser Rojhilata Navîn û wiha axivî: "Yên di vî şerî de bi ser bikevin wê li Rojhilata Navîn bibin hêza bingehîn a diyarker. Ji destpêkê ve yên di vî şerî de bi ser ketine Tevgera Kurd, Kurd in. Ji ber ku di dema rast de li devera rast xwe bi rêxistin kir, rêveberiya xwe ya xweser ava kir. Em dikarin vê bêjin; polîtîka hemû li gorî Rojava tên kirin. Me rêveberiya xweser ava kirine."    Delegeyên ku tevlî konferansê bûn nêrînên xwe anî ziman. Piştî axaftinan rêveberiya nû hat hilbijartin.