Zelal Bîlgîn a ji Leyla Guven re refakatî kir: Me şahidiya dîrokê kir 2019-06-10 09:18:18   Berîtan Canozer   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn ku di pêvajoya greva birçîbûnê de ji Leyla Guven re refakatî kir, got di pêvajoyê de hem pir bi bandor bûye hem jî hêz girtiye û got wan şahiya hevdîtina dîrokê û roja îro kirine.   Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, hat destpêkirin 200 roj şûnde li ser banga ji Îmraliyê bidawî bû. Leyla Guven di 25’ê çile de hat tahliyekirin û çalakiya xwe li mala xwe berdewam kir. Yek ji kesên ji nêz ve şahidiya çalakiya Leylayê kir, Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn bû. Zelalê bîranînên bandor li wê kir û berxwedana jinan vegot.    ‘Berxwedanek dirêj bû’   Zelalê balkişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin û rojiya mirinê ya 30 girtî da destpêkirin û wiha got: “Me şahidiya pêvajoyeke dirêj ya berxwedanê kir. Ez li hemberê bîranîna 8 hevalên jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî serî ditewînim. Birêz Leyla Guven ji demeke nû re pêşengî kir. Vê berxwedanê 200 rojî berdewam kir.  Vê berxwedanê lingê tecrîda bi salan bû berdewam dikir şikand. Di encamê de pêşî vekir ku dewlet hiqûqa xwe pêk bîne. Me şahidiya vê kir.”   ‘Leyla bû hîndekara gelek tiştî’   Zelalê daxuyakirin ku Leyla Guven li gorî rihê demê mîsyona pêşengiyê girtiye ser xwe û ev tişt bi lêv kir: “Dema ev mîsyon pêk anî jî, bû hînkera divê sekna me çawabe, îrade û xeta berxwedana hevpar çawa tê avakirinê. Dema mirov bi Leyla Guven re dimînin, mirov gelek aliyên xwe yên kêm û nîvco dibînin. Me jî ev fêr kirin. Navnîşana gelek tiştî nîşanê me da. Polîtîkayên şer yên Rojhilata Navîn ancax bi tevlîbûna Abdullah Ocalan dikare bê çareserkirin. Leyla Guven ev nîşanê hemû cîhanê da. Me jî di vê berxwedanê de cih girt.” Zelalê anî ziman ku her deqeya bi Leylayê re derbas kiriye bi bandor bûye û wiha pê de çû: “Me xwe wek li qadek perwerdehiyê hîs kir. Ji runiştin û rabûnê heta tona dengê wê em bi bandor dibûn. Hûn texmîn dikin aliyên ku ew dida zorê lê wê tu car negot ‘serê min dêşe û mîda min dêşe’. Ligel vê hêz da me.”    ‘Di çalakiya dayikan de seknek polîtîk hebû’   Zelalê destnîşan kir ku Leyla Guven di pêvajoyeke wisa de ji berxwedanê re pêşengî kiriye û bang li jinan kiriye. Zelalê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin vexwendiyê qadan kir. Dayikan pêşengî kir. Dikare bersiva dayikan hestiyarî bê nirxandin lê di çalakiya wan de seknek polîtîk jî hebû. Ev dayik bi salane têdikoşin. Li ber deriyên zindanan dibin xelek. Piştgiriyeke mezin dan berxwedanê. Dayikan bi îradeyek mezin qad terk nekirin. Dayikan dizanibûn ku berxwedana wan û ya zindanan rewaye.”