Sevînç Koçak: Her ku muhafazakarî zêde bû, sûcên zayendî jî zêde bûn 2019-06-10 09:14:43   Habîbe Eren   ENQERE - Endama Komîsyona Mafê Zarokan a Şaxa Enqereyê ya ÎHD’ê, da zanîn ku di salên dawî de bi zêdebûna muhafazakariyê re sûcên zayendî zêde bûne û yekemîn pêngavên li dijî îstîsmara zayendî tedbîrên parastinê ne.   Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) li Tirkiyeyê hejmara zarokên rastî îstîsmara zayendî tên roj bi roj zêde dibin û di 2017’an de 74 hezar û 64 hezar rastî îstîsmarê hatine, di 2016’an de ev hejmar bûye 83 hezar û 552. Endama komîsyona Mafê Zarokan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevînç Koçak der barê îstîsmara zayendî de axivî.   * Di pêvajoya dawî de bi awayekî cidî îstîsmara zayendî zêde bûye. Sedemên vê çi ne?   Li Tirkiyeyê ji sedî 33 yanî ji her 3 zarokî yek rastî îstîsmarê tên. Li gorî daneyên du salên dawî hejmara zarokên ducanî dimînin 21 hezar û 957 in. Di 16 salên dawî de 440 hezar zarok ducanî mane û pitik anîne dinê. Di sala dawî de jî 23 hezar û 906 zarok bi awayekî fermî zewicîne. Polîtîkayên dewletê rê li ber îstîsmarê vedikin. Yekemîn riya pêşîgirtina îstîsmarê di qanûnên ku zarokan diparêzin de derbas dibin. Li şûna dewleta divê zarokan biparêze, parêzvanên mafê zarokan têkoşîna vê didin. Em hewl didin li dijî pêngavên polîtîk yê hikûmetê zarokan biparêzin. Tirkiyeya ku îmze avêtiye peymanên navneteweyî vê pêk nayne. Di bin van şetan jî îstîsmar zêde dibe.   *Em behsa metnên ku îstîsmarê rewa dikin jî bikin. Di çapemeniya civakî de pirtûkan de, pirtûkên dibistanê de îfadeyên gelek bi pirsgirêk dertên holê. Sedema vê bêkontrolbûn û normalbûnê çi ye?   Metnên di pirtûkên zarokan de ku newekheviya zayendî ya civakî xwedî dike, nêzîkatiya hîyerarşîk ya têkiliya mezin û zarokan, li şûna zarokan xurt bike, bê parastin dihêle. Divê ewil zarok wek şexs bên dîtin. Divê wek her tiştekî der barê zarokan de pirtûkên wan jî bi baldarî bên destgirtin. Pirtûkên ji weşanxaneyên Perwerdeya Neteweyî dertên, ji weşaxaneyên serbixwe dertên gelek bi pirsgirêk in. Dema di çapemeniya civakî de jî dertê vedikşînin. Ji ber zarokan hêsan dibînin, wêjeya zarokan jî hêsan tê girtin. Lê divê bi baldarî bên amadekirin.   * Di qada perwerdehiyê de divê mufredat çawa bê nûkirin? Pêşniyarên we çi ne?   Perwerdeya wekheviya zayenda civakî, mafê zarok û zayendê divê di mufredatê de hebe. Mixabin ev yek jî di mufredata Perwerdeya Neteweyî de tune ye. Sal bûye 2019 hîn perwerdehiya zayendî nayê dayîn. Divê malbat di vê mijarê de bibin xwedî hişmend.    *Hûn ê wek Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD’a Enqereyê çi xebatan bimeşînin?   Em li Enqereyê li taxên cuda atolyeyan ji bo mezin û zarokan vedikin. Bi ser navê ‘bila zarok bêdeng nebe, xurt bikin hûn jî bêdeng nemînin’ atolye hatin vekirin. Di atolyayan de li ser îstîsmara zarokan der barê pedagojîk, psîkolojîk, pêvajoya hiqûqî de perwerde tên dayîn. Her wiha xebatên ku zarokan xurt dikin jî tên dayîn.   *Li dijî îstîsmara zarokan divê çi bê kirin?   Yekemîn pêngava pêşîgirtina îstîsmara zarokan, tedbîrên parastina zarokan e, divê ceza bên zêdekirin û qanûn li gorî fêdeya zarokan bên amadekirin. Kesên tevlî pêvajoya darizandinê dibin, parêzer, polîs, dozger û dadger divê di perwerdehiyê de bên derbaskirin û pêvajo ligel pisporan bê meşandin. Lê mixanbin ev pêk nayên. Dadger di dozên wisa de li daxwaza zarokan digere, zarok nizane çawa nêzî zarokan bibe, ev jî rê li ber travmayek dubare vedike.   Her wiha divê lingê civakî û perwerdehiyê bê hûnandin. Divê li dibistanan di der barê mafê zarokan de, wekheviya zayendî ya civakî de perwerde bên dayîn. Divê malbat jî di vê mijarê de bibin xwedî hişmendî û têkiliyên rast bi zarokan re ava bikin.