ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-10 09:00:00   *Endama Komîteya Avakirina Gundê Jinê JINWAR'ê, Rûmet Heval derbarê xebat û jiyana gund de diyar kir ku projeya gundê JINWAR'ê nûkirina civaka ekolojîk, aboriya ekolojîk, jiyana xwezayî û têkiliyên jin û jin, civak û jin, zarok û jin, jin û ked, jin û axê ye û got:"JINWAR berdewamiya têkoşîna jinê ya ji bo jiyanek azad û aram e." DÎMEN HEYE   *Li hember dagirkeriya hezar salî, li hember cureyên îşkenceyê, li hember tecrîdê Leylayan serî hildan û di dîrokê de bû numûneya jinên Kurd ên azad. Di her nifşekî de jinek xwedawend  û pêşeng muhra xwe li dîroka mirovahiyê da. Di dîroka Gelê Kurd de gelek lehengên jin ên berxwedêr têkoşîna azadiyê ji xwe re wekî riya azadiyê hilbijartin û navê xwe di nava rûpelên dîrokê de nivsandin. Mîna Leylayan. Li Xaniqînê Leyla Qasim, li Silêmaniyê Leyla Welî, li Licê Leyla Şeylemez û  îro li Amedê Leyla Guven wekî xeleka azadiyê hevdû temam dikin û her yekê bi nameyek ji dîrokê re gotin 'Ez Leyla me'. JI PÊNÛSA JINAN   *Dayika bi navê Qumrî Tunç a ku bi keda destên xwe gore, lûfik, qazaxan çê dike dibêje:"Her karek zehmetiyek wê heye. Lê ya herî xweş keda bi desta ye." BI DÎMEN   *Malbatên girtiyên di derbarê rewşa girtiyên ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê de di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvegerde bûn di derbarê tendûristiya wan de axivîn. Malbatan anî ziman ku rewşa tendûristiya girtiyan nebaşe. DÎMEN HEYE   *Endama Komîsyona Mafê Zarokan a Şaxa Enqereyê ya ÎHD’ê, da zanîn ku di salên dawî de bi zêdebûna muhafazakariyê re sûcên zayendî zêde bûne û yekemîn pêngavên li dijî îstîsmara zayendî tedbîrên parastinê ne.   *Dayika bi navê Kudret Eryilmaz ya ji bo zarokên xwe yên li dijî tecrîdê ketibûn greva birçîbûnê bide jiyîn li qada bû, kurekê wê li Kobanê dema li dijî DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest da, keçikek wê jî li pey birayê xwe çû. Kudret ya rûyê şer yê derwletê yê di salên 90’î de jî dît, diyar kir ku wê nikaribû dest bide zarokek wê ya din bimre û ji bo wê li kolanan bû.BI DÎMEN   *Kana kirêcê ya ji aliyê Nuhoglu Kîreç A.Ş ve di navbera Mêrdîn-Qoserê de tê xebitandin, zirarek mezin dide gel û zindiyan. Kana ku bê fîltre tê xebitandin, bandorek mezin li ser zarokan û welatiyan dikin. Jinan diyar kirin ku êdî bila çareseriyek bê dîtin û hewayek paqij dixwazin. BI DÎMEN   *Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn ku di pêvajoya greva birçîbûnê de ji Leyla Guven re refakatî kir, got di pêvajoyê de hem pir bi bandor bûye hem jî hêz girtiye û got wan şahiya hevdîtina dîrokê û roja îro kirine.