Pervin Buldan:Em ê helwesta xwe ya di 31'ê Adarê de di 23'yê Hezîranê de jî nîşan bidin 2019-06-08 15:29:20   COLEMÊRG - Hevseroka Gitşî ya HDP'ê pervîn Buldan, di axaftina xwe ya li Colemêrgê de diyar kir ku ew ê helwesta xwe ya di 31'ê Adarê de di 23'yê Hezîranê de jî nîşan bidin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan piştî serdanên li Qers û Îdirê derbasî Colemêrgê bû û serdana cejna Remezanê kir. Pervîn û heyeta li gel wê li Qada Azadiyê ya li Colemêrgê ji aliyê welatiyan ve bi def û zirneyê hat pêşwazîkirin û heta avahiya HDP’ê meşiyan.    'Em cejnê bi xemgînî pêşwazî dikin'   Pervîn li avahiya rêxistina HDP'ê ya bajêr axivî û got ev demek dirêje ew cejnê pîroz nakin, bi xemgînî pêşwazî dikin û ev tişt got: “Li cihê ku êş û mirin hebe, helbet li wir cejn nayê pîrozkirin. Hindik be jî ev cejn ji yên din baştir bû. Lê dîsa jî me bi dilekî xemgînî pîroz kir. Hemû cejnên din di bin siya tecrîdê de derbas bûn. Wekîla ku we wê bijartibû ji bo rakirina tecrîdê bû pêşeng û 200 rojî li ber xwe da. Wekîla we Leyla Guven mohra xwe li berxwedanek dîrokî da. Em ji Colemêrgê silav û hezkirinên xwe jê re dişînin.”    'Tecrîdê her der îzole kiriye'    Pervîn mîzgîniya dê Leyla Guven di demek kin de bê Colemêrgê da û wiha got: “Di encama berxwedana Leylayan de li gel birêz Ocalan hevdîtinan dest pê kir. Tecrîd tenê ne li ser birêz Ocalan li ser tevahiya Tirkiyeyê hatiye sepandin. Tecrîd ferasetek ku hemû Tirkiyeyê îzole kiriye ye. Îro bi hezaran hevalên me di hepsan de ne. Lê me di çalakiyên greva birçîbûnê de dît heke em bixwazin em dikarin di gellek mijaran de biser bikevn.”    'Di 23'yê Hezrîanê de jî em ê dersê bidin'   Pervîn da zanîn ku qeyûm bi trîlyonan pere Şaredariya Colemêrgê xistiye bin deynan û gelê Colemêrgê di hilbijartina adarê de carek din da nîşandan ku feraseta qeyûman qebûl nake. Pervîn destnîşan kir ku stratejiya partiya wan bandorek mezin li ser hilbijartina xwecihî kiriye û got: “HDP’ê bi stratejiya xwe ya hilbijartinê ders da rêveberên welat û dê di hilbijartina Stenbolê de dîsa dersê bide AKP’ê.”     Pervîn û heyeta pê re piştî axaftinê  çûn serdana Şaredariya Colemêrgê.