Dayikên Şemiyê: Di roja cejnê de jî çavê me li rê ye 2019-06-08 14:54:35   STENBOL - Di çalakiya vê hefteyê de Dayikên Şemiyê li aqûbeta Veysel Guney ê di 28’ê kanûna 1980’an de ku li Dîlokê hat binçavkirin, piştre bi darve kirin û winda kirin pirsî.     Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 741’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê ya Taksîma Stenbolê bên gel hev. Polîsan carek din dayik asteng kirin û li ser vê yekê dayikan çalakiya xwe li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê li dar xist. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Wêneyên windayan û qurnefilan hildan. Di çalakiya vê hefteyê de Dayikên Şemiyê li aqûbeta Veysel Guney ê di 28’ê kanûna 1980’an de ku li Dîlokê hat binçavkirin û pişt re bi darve kirin û winda kirin pirsî.    'Çend hikûmet bi guherin jî feraset naguherin'    Daxuyaniya vê hefteyê keça Huseyîn Taşkaya yê di sala 1993’an de li Siwêrega Rihayê hat windakirin Serpîl Taşkaya da. Serpîl diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP’ê li Tirkiyeyê hiqûq û demokrasî nemaye û kesên li dijî polîtîkaya AKP’ê îtîraz dikin jî wan ji her tiştî mehrûm dikin. Serpîl anî ziman ku Dayikên Şemiyê 42 hefte ne ji ber polîtîkayên qedexekar ên îktîdarê nikarin li Qada Galatasarayê kom bibin û wiha got: “Li Tirkiyeyê her çiqas îktîdar biguherin jî lê feraste heman feraset e. Ev 741 hefte ne li dijî vê pergalê em dixwazin kujer bên darizandin û winda bên dîtin.”    'Serlêdan bê encam man'   Serpîl, da zanîn ku Veysel Guney di 24 saliya xwe de di 28’ê kanûna 1980’î ku piştî darbeya leşkerî li Dîlokê di serdegirtina malekê de tê binçavkirin û piştî wî bi darve dikin winda dikin û ji wê rojê ve cenazeyê wî nehatiye dîtin û hemû serlêdan û rêya hiqûqê ya ji bo Guney bêencam mane û wiha axivî: "Ji darvekirin û windakirina Veysel Guney hemû leşkerî û unsurên sivîl berpirsiyar in. Em dixwazin demildest cihê cenazeyê Guney tespît bikin û bê dîtin.”    'Em di cejnê de jî di şînê de ne'   Dayika Murat Yildiz ê di 23’ê sibata 1995’an de di binçavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz jî axivî û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ez cejna hemû beşdarvanan pîroz dikim. Cejn tên û derbas dibin, lê em xemgîn in. Her kes kêf û şahî dike, lê yê me çavê me li rêya ye, em di şînê de ne û êşa me dubare dibe. Bi salane em li bendê ne ku cejnên xwe bi kêfxweşî pîroz bikin. Lê mixabin ev yek pêk nayê.”    'Dewletê me muhtacî garekê kiriye'   Apê Veysel Guney, Dogan Guney jî diyar kir ku biraziyê wî 38 sal berê ji aliyê dewletê ve hat bidarvekirin û windakirin û wiha axivî: “Dewletê me muhtacî gorekê kiriye. Ev 38 sal in êşa me qet kêm nebûye. Em dixwazin hemû kujer li ber edaletê hesab bidin.”