Dersîm Dag: Berxwedan bi pêşengiya jinan bilind bû 2019-06-08 09:08:39   Berîtan Canozer   AMED - Dersîm Dag ya HDP’î diyar kir ku berxwedana grevên birçîbûnê bi pêşengiya jinan bilind bûye û wiha got: “Di vê berxwedanê de yekitiya civakî bi faşîzmê şûnde gav da avêtin. Li dijî berxwedana hat meşandin, yekane tişta divê dewletê bikira qebûlkirina daxwazan bû. Ev berxwedaneke ku gihiştiye serkeftinê ye.”   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven di 7’ê mijdara 2018’an de di rûniştina xwe de ku bi SEGBÎS’ê tevlî bû, bang li dewletê kir ku li gorî hiqûqa xwe tevbigere û bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest bi greva birçîbûnê kir. Parlamentera Dersîm Dag di 3’ê adarê de li avahiya HDP’ê ya Amedê bi parlamenterên HDP’ê Tayyîp Temel û Murat Sarisaç re ket greva birçîbûnê û 3 mehan grev berdewam kir. Grev di 26’ê gulanê de bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hat bidawîkirin.   ‘Yekitiya civakî bi faşîzmê şûnde gav da avêtin’   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, da zanîn ku greva bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin li Hewlêr, Strasbourg û zindanan belav bûye û ev berxwedana bi heybet ya 7 mehan berdewam kiriye bi ser ketiye. Dersîmê wiha got: “Dîroka Kurd bi mînakên berxwedanê tije ye. Ev berxwedan hemû aliyan digire nav xwe û li her çar alî cîhanê belav bûye ji 7’an heta 70’ê her kes bi daxwazeke hevpar di berxwedanê de cih girtiye û bi serkeftinê encam bûye. Vê berxwedanê bi faşîzmê şûnde gav da avêtin.”   ‘Em ê li pêş faşîzmê bisekinin’   Dersîmê daxuyakirin ku yekane sedema hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatiye kirin heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev jî baweriya bi têkoşîn û berxwedana hatiye meşandinê ye. Wek 31’ê adarê di 23’ê hezîranê de jî wê ji bo faşîzm şûnde bê xistin, deng bên bikaranîn.”    Dersîmê fezlekeyên der barê wan de hatine vekirin nirxand û wiha pê de çû: “Der barê greva ketimê, mîtîngên tevlî bûm, tevlîbûna kongreya KCD’ê de fezleke hatin amadekirin. Tu aliyê vê yê hiqûqî yê fezlekeyan tune. Armanc çewisandin e. Ez ê her tim li dijî faşîzmê bim û ligel bindestan bim.”   ‘Jinan ji berxwedanê re pêşengî kir’   Dersîmê bi lêv kir ku jinan ji berxwedanê re pêşengî kiriye û wiha dawî lê anî: “Berxwedana ku jinan pêşengiya wê kir bi serkeftinê encam bû. Di alî gelê me de jî di alî jinan de jî ev gelek watedar bû. Jinan roja pêşeng lîst. Gel piştgiriya pêwist da. Bi vî awayî berxwedanek topyekun hat destpêkirin. Em ê têkoşînê bidomînin, li dijî her cureyê êrîş û faşîzmê têbikoşin.”