‘Der barê çekgirtina şexsî de divê sererastkirin pêk bê’ 2019-06-08 09:07:25   Rengîn Azîzoglu   AMED - Civaknas Neslîhan Başak da zanîn ku di 4 salên dawî de ji hezar û 760 jinên hatine qetilkirin jê hezar û 338 heb bi çekê hatinê qetilkirin û wiha got: “Dema çekan digirin destê xwe hesta ‘ez bûm mêr’ diafire û dikevin vê psîkolojiyê. Divê qanûn der barê çekgirtina şexsî de sererastkirinan bike.”   Li gorî daneyên Wezareta karê hundir li Tirkiyeyê di 2018’an de ji bo 273 hezar û 447 kesî ruhsata çekê hatiye dayîn. Di salên 2018’an de 25 hezar û 951 çek hatin desteserkirin û bi çekên bi ruhsat û bê rûhsat 3 hezar û 28 kesî jiyana xwe ji dest da. Li gorî rapora Weqfa Umut li Tirkiyeyê di 4 salên dawî de bikaranîna çekê ji sedî 69 zêde bûye.   Civaknas Neslîhan Başak der barê vê de nirxandin kir û wiha got: “Bikaranîna çekê ya şexsî ji 2015’an heta 2018’an ji sedî 88 zêde bûye. Li welat bikaranîna çekê 25 mîlyone û ji 25 mîlyonî ji sedî 85 bê rûhsate. Bi vê re jî li Tirkiyeyê di 2018’an de hezar û 478 kes bi tifingê û hezar û 429 heb jî bi tebanceyê hatin kuştin. Tirkiye di rêza welatan de di bikaranîna çekan de di rêza 14’an de ye. Bajarê herî zêde çek lê tê bikaranîn jî Stenbol e, yê herî kêm jî Şirnex e.”   ‘Piştî OHAL’ê bikaranîna çekên şexsî zêde bûn’   Neslîhanê daxuyakirin ku bikaranîna çekan a şexsî roj bi roj zêde bûye û sedemên vê yên sereke hene û ev jî sedemên rewakirîne û wiha axivî: “Li ser înternetê xwegîhandina çekan rehet bûye. Şîparîş tê dayîn û bi kargoyê tê teslîmkirin. Her kes dikare ruhsatê bigire. Bikaranîna çekên bi ruhsat gelek zêde ye. Lê gelek kes jî bêpergal bikar tîne. Sedema bikaranîna çekan a şexsî; jiyana di civakake serdest ya mêr de ye. Dema çekan digirin destê xwe dibêjin ‘em bûn mêr’. Kesên çekan digirin jî xwe cuda dibînin. Xwe di baweriyê de hîs dikin. Piştî OHAL’ê bi awayekî cidî bikaranîn çekan a şexsî zêde bû.”   ‘Di televîzyon û sînemayan de zimanê şer serdeste’   Neslîhanê bi lêv kir ku di televîzyon û sînemayê de çek bi awayekî nesansurkirî tên bikaranîn û ev tişt anî ziman: “Di rêzefîlm, sînema û reklaman de zimanê şer serdeste. Li Tirkiyeyê temaşekirina televîzyonê gelek zêde ye. Mixabin malbat jî zarokên xwe ji vê dûrnaxin. Zarok bi malbatên xwe re rêzefîlman temaşe dikin û di van rêzefîlman de jî çek tên bikaranîn. Mînak; Polat Alemdar. Demekê her kes dişibiya wî. Niha jî her kes şibiyaye Yamaç Koçovali. Bi zarokan re jî bikaranîna çekên pêlîstok zêde bûye. Zarok di cejnan de bi pereyên ku kom dikin çekên pêlîstok digirin.”   ‘Qanûnek ku kontrol dike tune’   Neslîhanê daxuyakirin ku qanûn di mijara çekgirtina şexsî de têr nakin û hiqûq pêk nayên û divê qanûn li gorî vê bên sererastkirin. Neslîhanê destnîşan kir ku di 4 salên dawî de hezar û 338 jin bi çekê hatine qetilkirin.