Ji 4 kesan tenê kesek ji çapemeniya tirk bawer e 2019-06-07 16:39:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Saziya Ramanê ya Freedom Hausê Tirkiyê di azadiya çapemeniyê de paşve diçe û ji 4 kesan tenê kesek êdî ji çapemeniya tirk bawer dike.    Saziya Ramanê ya Freedom House der barê azadiya çapemeniya cîhanê de raporek aşkera kir. Li gorî rapora salane ya bi navê 'Di sala 2019'an de Çapemenî û Azadî' di nav 10 salên dawiyê de azadiya çapemeniyê paşve çûye. Li gorî raporê Tirkiye jî di polê de maye.    Her wiha li gorî raporê di sala 2019'an de ragihandina ser înternetê bêtir bi pêş ketiye. Di raporê de hat aşkerakirin ku di 15'ê tirmehê de darbeyek li Tirkiyeyê pêk hat û bi pêvajoya OHAL'ê 150 dezgehên çapemeniyê hatin girtin û bi sedan rojnameger bi awayê dijhiqûqî hatin darizandin. Di raporê de hat diyarkirin ku Tirkiye di qada azadiya çapemeniyê de paşve diçe û ji 4 kesan tenê kesek ji çapemeniya tirk bawer dike.