Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê çû serdana Fadîle Tok 2019-06-07 16:10:23   MEXMÛR - Bi minasebeta cejna remezanê Nunerê HDP ê yê Hewlêrê û çalakvan Nasir Yagiz serdana Enda Koordînasyona Meclisa Îştar a li Mexmûrê Fadile Tok kir. Nasir Yagiz li Meclisa Îştar a Mexmûrê hat pêşwazîkirin.    Ji bo bidawîkirina tecrîda giran kirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan bi pêşengtiya hevseroka KCD û parlamentera  Colamêrgê Leyla Guven de çalakiyên gireva birçîbûnê yên bêdem û ne dorveger hatibûn meşandin. Îro Nunerê HDP ê yê Hewlêrê û çalakvan Nasir Yagiz bi minasebata cejna remezanê serdana Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmurê çalakavan Fadîle Tok kir. Nasir Yagiz li meclisa Îştar hat pêşwazî kirin. Herdu çalakvanan derbarê vê serdanê de hest û kêfxweşiya xwe anîn ziman.   'Em hatin da ku em gelê mexmur jî bibinin'    Nasir Yagiz  wiha got: "Di serî de ez cejna remezanê li hemu gelê kurd pîroz dikim, min Haval Fadîle li nexweşxaneyê dît  û min xwest ez wê bibînim û  cejna wê  û ya gelê Mexmûrê pîroz bikim. ji ber ku di dema berxwedana bê hempa de bi nêzîkatiyek bê hempa tevlî vê berxwedaniyê bûn.  me xwest bi mebesta cejnê hem em gelê wargehê bibinin û  sipasiya gelê wargehê bikin. Ez bi bi dîtina Havala Fadîlê gelek keyfxweş bûm,û moralê haval Fadîla jî pir başe. Herwiha  tendirustiya me jî başe û berxwedan nû dest pê dike."   'Ez gelek keyfxweş bûm ku min heval Nasir dît'    Fadîle tok jî xêrhatina Nasir Yagiz kir û wiha dest bi axiftina xwe kir:"Em jî bi wesîleya cejna remazanê û şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me, di serî de di şexsê pêşenga berxwedanê heval Leyla û tevahî hevalên zindanan û heval Nasir  di şexsê van herdu havalan de cejna remazanê li tevahî Gelê Kurd û berxwedêrên ku li çeperan li ber xwe didin pîroz dikim û xêrhatina haval Nasir dikim. Ez gelek keyfxweş bûm ku min heval Nasir dît. Disa ez vê cejna remezanê li avahîsazê azadiyê û tevayî gelê kurd pîroz dikim."   Hêjayî gotinê ye ku wê çalakvan Nasir Yaxiz serdana hemu saziyên wargeha Mexmur bike.