Deynên xaniyan li gel birîn 2019-06-07 09:06:43   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Piştî qedexeya derketina derve xaniyên Şirnexiyan hatin hilweşandin û li şûna wan TOKÎ hatin avakirin. Li bendê ye ku piştî cejnê teslîmî welatiyan bên kirin. Lê Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê dixwaze deynê TOKÎ  yê ceryanê û tapuyê bi welatiyên mexdûr bûne bide dayîn.    Li Şirnexê di 14’ê Adara 2016'an û 14’ê Mijdara 2016’an de piştî qedexeya derketina kolanan li taxên Gazîpaşa, Yeşîlyurt, Îsmetpaşa, Dîcle, Cumhuriyet, Yenîmahalle û Bahçelîevlerê bi hezaran xanî û cihên kar hatin hilweşandin. Li taxan berê derbarê 500 xaniyan de biryara rapora saxlem in hatibû dayîn. Lê hemû bi talîmata Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê û Walî  hatibûn hilweşandin. Şûna xaniyên hatin hilweşandin biryar hat dayîn ku ji aliyê TOKÎ ve di Adara 2017’an de 6 hezar û 500 xanî, hezar cihên kar bên çêkirin hatibû dayîn û çêkirina wan bi dawî bû.   Dixwazin deynan bi gel bidin dayîn   Xaniyên ku ji bo malbatan hatine çêkirin li bendê ye ku piştî cejnê teslîmî malbatan bên kirin.  Lê ji ber ku deynê av, ceyran û tapûyên TOKÎ'yê  hene xanî teslîmî malbatan nayên kirin. Her wiha hat zanîn ku Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê deynê av, ceyran û tapûyê yê TOKÎ yan dixwaze bi mabatên wê bikevin van xaniyan bide dayîn.   Şaredarê AKP'yî gel xepand   Şaredarê Şirnexê yê AKP'yî  Mehmet Yakar, di Hilbijartina Heremî ya 31’ê Adarê de propagandaya, xaniyên ku ji aliyê TOKÎ'yan ve hatine çêkirin û wê bêdeyn ji welatiyan re bên dayîn kiribû. Lê belê îro jî Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê bi bûhayek mezin malbatan di bin deynan de dihêle. Herwiha hat diyarkirin ku wezîr ji malbatan re gotiye; "Heta hûn deynê av, ceyran û tapûyê nedin hûn nikarin bikevin xaniyan."