HDP'yî çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê 2019-06-06 17:37:21   MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê bi minasebeta Cejna Ramazanê çû serdana kesên ku li dijî tecrîdê li girtîgehan dest bi grevê kirin û li malên xwe berdewam kirin.    Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê bi minasebeta Cejna Ramazanê çû serdana 6 kesên ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  dest bi grevê kirin, piştî hatin tehliyekirin jî çalakiya xwe li mala xwe berdewam kirin û cejna wan pîroz kir.     Kesên ku li mala xwe çalakî berdewam kirin hatin ziyaretkirin   HDP'ê di serî de serdana Ahmet Ongen ê ku piştî li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dest bi çaliyê kir û li mala xwe ya li Qoserê berdewam kir û piştre jî çû serdana Halef Yîgît ê ku li malala xwe çalakikiya xwe berdewam kir.  Heyetê hem cejna çalakvanan pîrolz kir û hem jî derbarê tendirustiya wan a piştî dermankirinê de agahî girt.  Heyet piştre ji bo serdaneke din derbasî Dêrikê bû.    Herwiha Heyeta DHP'ê li Dêrikê jî serdana Gurbet Ektiren, Mahsun Şen û Murat Aksîn ê ku piştî tehliye bûn li mala xwe çalakî berdewam kirin kir û cejna wan pîroz kir.