Wezîra Edaletê ya Fransayê: Ji bo DAÎŞ'ê dibe ku dadgeh li Iraqê bê avakirin 2019-06-06 15:02:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîra Edaletê ya Fransayê Nicole Belloubet diyar kir, ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê ew li ser fikrê dadgeheke navneteweyî nîqaş dikin û dibe ku dadgeh li Iraqê bê avakirin.   Wezîra Edaletê Belleoubet ji radyoya RMC re axivî û di mijara fikrê dadgeheke navneteweyî de wiha got: "Ev nîqaş di nava koma "Vendome" de tê kirin. Di nava komê de bi taybetî Wezîrên Edaletê yên Fransa, Elman, Spanya û Îtalya hene."   Wezîra Edaletê dubare kir ku fikrê dadgeheke taybet ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê hîn 'dibetiyek e' û anî ziman, ku dadgeh wê li herêmê bê avakirin, lê ne li Sûriyeyê dibe ku li Iraqê ava bibe. Wezîra Fransayê diyar kir, tevî vê yekê gelek zehmetî hene û wiha got:  "Divê dewleta Iraqê bipejirîne, her wiha di serî de qedexekirina cezayê îdamê divê şert û merc bên afirandin." Wezîra Fransayê ragihand, avakirina dadgehên bi vî rengî demeke dirêj dixwaze.    Li paytexta Swêd Stockholmê duşemê bi vê armancê civînek pêk hatibû. Swêd û 11 welatên Yekîtiya Ewropayê tevlî civînê bûbûn.