Mamoste Zara ji ber ku kurdî fêrî zarokan dike hat binçavkirin 2019-06-06 12:57:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Mamosteya dildar a zimanê kurdî, bi hinceta ku zarokên kurd fêrî xwendîn û nivîsandina bi zimanê dayikê dike li Îranê hat binçavkirin û ji bo azadiya wê kampanya hat destpêkirin.   Zara Mihemed (Zara mohamedî) mamosteyeke Kurd a zimanê Kurdî ye li Rojhilatê Kurdistanê dijî.  Ew li Sinedersên Kurdî dide şagirtên xwe. Ji ber vê yekê jî hatibû binçavkirin û heta niha jî aqûbeta wê nediyar e. Ji bo azadiya Zarayê bi ser medyaya civakê kampanya hat destpêkirin.    Dema ku hatibû binçavkirin, Komîteya Mafê Ziman û Wergerê ya Navenda PEN'a Kurd gotibû, Zara Mihemed mamosteyek dilxwaz a zimanê Kurdî bû û bi hinceta ku zarokên Kurd fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê kirine, hatiye binçavkirin. Niha ji bo zanîna aqûbeta Zara Mihemed û serbestkirina wê li ser medya civakî kampanya tên birêvebirin.