‘Em ê niha Roja Dayikan pîroz bikin' 2019-06-06 11:04:57   ÎZMÎR - Li dijî tecrîda li Îmraliyê bi hezaran kes di greva birçîbûnê û 30 kes jî di rojiya mirinê de bûn, piştî peyama li Îmraliyê çalakî hatin bi dawî kirin. Her wiha di vê pêvajoyê de gelek dayik bi lacikên spî li ber girtîgehan li ber xwe didan. Zeynep Çalihan jî yek jî wan dayikan bûn. Zeynep bi minasebeta cejnê keça xwe ya girtî dît û wiha got: "Tecrîd hat şikandin û îro roja me ye, roja dayikan e."   Piştî banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hezaran çalagerên greva birçîbûnê û 30 kesên di rojiya mirinê de bûn çalakiya xwe bi dawî kirin. Di vê pêvajoyê de dayikên lacik spî li qadan xwedî li zarokên xwe derketin û bûn sembola berxwedanê. Dayika Hatice Çalihanê li Girtîgeha Şakranê di 1'ê adarê de dest bi grevê kiribû, Zeynep Çalihan jî li ber Girtîgeha Gebzeyê di çalakiyê de bû.    Zeynep ji bo hevdîtina vekirî ya cejnê çû Girtîgeha Şakranê li cem keça xwe û wiha got: “Roja yekşemê 30 girtî birin odeyeke biçûk û ava vexwarinê ji van hat standin û heqeretê girtiyan kirin. Li nexweşxaneyê jî mudaxaleyên xelet tên kirin. Keça min carek rakirin acîlê lê mamayên ku hat dayin jî zirarê daye mîdeya wê. Niha rewşa girtiyan baş e. Ji bo me tecrîd hat şikandin û îro roja me ye û roja dayikan em ê îro pîroz bikin."