'Komîn bingeha civakê ye' 2019-06-06 09:02:57   Hesna Muhemed   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne bi fikra Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hundir komînan de xwe bi rêxistin û bi cih kirin li ser girîngiya rola jin û jinên ku karê komînan dikin gotin: "Em soz didin Serok Apo ku em ê kar û xebatên xwe bimeşînin heta em Efrînê rizgar dikin."   Di sala 2015'an de komîn li Kantona Efrînê hatin avakirin û jinan  rolek mezin di hundir komînan de lîstin, lê piştî koçberkirina gelê Efrînê ji niştecihên xwe û derbasî Kantona Efrînê bûn, di vir de dîsa komînên xwe ava kirin, ji bo komkirin û rêxistina gelê xwe, jinên ku di komînan de rol lêyistine nerînên xwe parve kirin.   'Rola jinê ya di komînan de girîng e'    Hevseroka komîna duyemîn a gundê Babinês a Şehbayê Şîraz Yosêf li ser rola jinê ya di civakê de axivî û got: "Piştî derketina me ji Efrînê, me komînên xwe careke din li Şehbayê ava kir ji bo xizmeta gelê xwe, me nêzî deh komîteyên xwe jî ava kirin û bi taybet jinê rola xwe di komîteyan de dileyizîn, ev yek jî bi fikira Serok Apo tê meşandin."   'Kar û xebatên me wê vegera Efrînê mîsoger bike'   Şîrazê li ser hilbijartinên komînan axivî û wiha dewam kir: "Piştî salekê ji berxwedana me ya li Şehbayê me careke din hilbijartinên xwe çêkirin û jinan cihên xwe li komînan girtin, em soz didin Rêberê xwe em ê kar û xebatên xwe bimeşînin heta ku em Efrînê rizgar dikin, ji ber ku karê me wê vegera Efrînê mîsoger bike."   'Komîn bingeha civakê ye'   Her wiha endama komîna heftemîn Helîme Muhemed jî li ser kar û xebatên xwe wiha axivî û got: "Di Efrînê de Dewleta Tirk êrîşek hovane li ser me de anî, xwest bi rêya êrîşan bingeha civakê tune bike, gel ji hev qut bike û belav bike, lê derbasbûna me li Şehbayê û rêxistina gel ev êrîş vala derxist. Li jin û mêr bi hev re dibin alîkar û pirsgirêkan bi fikir û ramanên Serok Apo çareser dikin. Komîn bingeha civakê ye."   'Bi fikrên Serok Apo gel xwe bi rêxistin dike'   Endama komîteya kar û barên civakî Emîne Şêx Qenber jî karê xwe anî ziman û got: "Em jin û mêr bi hev re derdikevin nava gel pirsgirêkên wan çareser dikin û xwesteka wan pêk tînin. Em bi fikrên Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan gelê xwe bi rêxistin dikin. Şehba jî bi xwîna şehîdên me hatine avdan."