ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-06 09:00:00   *Di cîhanê de her netewek bi çand, dîrok û nasmaeya xwe tê naskirin, tu kes bê çand najî, kesê bê çand be jî bê hebûn, nasname û dîroka wan an hatiye dizîn yan jî bi darê zorê hatine ser çanda netewekî din. Yek ji jina Kurd Şukriya Ebd El-Ezîz jî her dem ji bo parastina çanda xwe li berxwe daye. Şukriyayê wiha got:"Ez wekî jineke Kurd heta vî temenê xwe parastina çand û dîroka kurdî ji windakirin û dizînê dikim. Mirovekî bê ziman dê çawa hebûna xwe îfade bike? Parastina zimanê dayikê mîna parastina beden ji nexweşiyan e. Ji dema avabûna tevgera azadiya Kurdistanê min bi dildarî kar û xebat dikir. Ji tirsa Rêjîma BAAS'ê min bi dizî kar dikir."DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne bi fikra Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hundir komînan de xwe bi rêxistin û bi cih kirin li ser girîngiya rola jin û jinên ku karê komînan dikin gotin: "Em soz didin Serok Apo ku em ê kar û xebatên xwe bimeşînin heta em Efrînê rizgar dikin." DÎMEN HEYE   * Endama TTB’ê Elîf Turan diyar kir ku piştî grevên birçîbûnê heyetek avakirine xwestine biçin nexweşxane û girtîgehan lê nekarin girtiyan re hevdîtinê pêk bînin û wiha got: “Ji bo ev pêvajo baş pêş bikeve, divê kedkarên tenduristiyê yên serbixe tevlî pêvajoyê bibin.”   *Şêniyên Kadîfekaleyê ku taxa wan bi hilweşînê re rû bi rû ye, diyar kirin ku kesên ku tevî dizanibû ev der qada sît e û hiştin em xanî lê çêbikin îro dixwazin me derxin û wiha got: “Dewlet nahele ku em cejnê pîroz bikin." DÎMEN HEYE    *Der barê Ozgecan Ozgeç ya ku navê wê di rapora ku Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê der barê xwendekaran de amade kir de, cih digirt, li Zanîngeha Hacettepyê ya ku 2016’an de jê veqetyaye lêpirsîn hat vekirin. Ozgecan Ozgeç da zanîn ku beyî xwe bigihînin wê lêpirsîn lê hatiye kirin, hatiye meşandin û bi encam bûye. DÎMEN HEYE    *Jinên koçber yên ji bo biçin Zozanên Feraşînê ji navçeyên Şax û Payîzava ya Wanê derbas dibin, di seranserê jiyanê de xwedî kedê ne. Jinên ku hemû zor û zehmetiya koçberiyê hildane, wiha dibêjin: “Mirov gelek diwestin lê em jiyanek din nafikirin."DÎMEN HEYE