Nesrîn Akgul: Em ê bi rihê serfiraziyê têkoşîna xwe bidomînin 2019-06-05 12:52:22   STENBOL - Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 30 girtiyan dest bi rojiya mirinê kiribûn. Yek ji van girtiyan Nesrîn Akgul a li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Tîpa L a Bakirkoyê bû. Nesrînê spasiyên xwe ji bo kesên piştgirî dan çalakiyên grevên birçîbûnê pêşkeş kir û wiha got:"Em di wê baweriyê de ne ku hemû kes dê peyam û nirxên vê çalakiyê rast bixwîne û biparêze."   Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 30 girtiyan dest bi rojiya mirinê kiribûn. Yek ji van girtiyan Nesrîn Akgul a li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Tîpa L a Bakirkoyê bû. Nesrînê bi banga Abdullah Ocalan di 26'ê Gulanê de dawî li çalakiya rojiya mirinê anîbû.  Nesrînê nameyek ji girtîgehê şand û di nameyê de spasiyên xwe ji bo Dayikên Laçikspî kir û anî ziman ku wan deriyê hevdîtinê bi hev re vekirine.    Nameya Nesrînê ya ku Dayikên Laçikspî slav kiriye wiha ye:   "Bi serîhildana Dayikên Laçikspî û ya zindanan hevdîtin bi Serokê me re hatiye kirin. Bi banga Serokê me grev hat bi dawîkirin û ji bo me hemûyan deriyekî nû yê demê vebû. Ev dem nîşana hilweşandina faşîzmê ye. Me ev derî bi serîhildana xwe ya 6 mehan û bi serîhildana Dayikên Laçikspî vekir. Em di wê baweriyê de ne ku hemû kesên ku ji serîhildanê bawer dikin dê di vî derî de derbas bibin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû kes dê peyam û nirxên vê çalakiyê rast bixwîne û biparêze.   'Em ji hemû kesên ku piştgirî dan spas dikin'   Em Serokê xwe tenê nahêlin. Em ê bibin rêhevalên baş. Em ê wekî jinên pêşengên vê pêvajoyê bi rihê serfiraziyê têkoşîna xwe bidomînin. Belê greva me bi kêmasiya 8 hevalên me hat bidawîkirin. Lê em ê ji bo bîranîna wan her di nava têkoşînê de bin. Em ê her dem ji bo rûmeta wan li berxwe bidin. Bi vê serîhildanê gel cejnek duda jiya. Em cejna hemû gelê xwe pîroz dikin. Her bi hêviya serîhildanê."