Li Kastamonuyê mirina jinekê ya bi guman 2019-06-05 11:02:45   KASTAMONU - Hat îdiakirin ku jina bi navê Kevser Abdulkadiroglu ya 21 salî û mamoste ji ber ku di warê karê xwe de bi cih nebûye dawî li jiyana xwe aniye.    Hat îdiakirin ku jina bi navê Kevser Abdulkadiroglu ya 21 salî û mamoste li Kuçeya Merkez Hisardi ya Kastamonuyê ji ber ku di warê karê xwe de bi cih nebûye, di roja erîfeyê de  dawî li jiyana xwe aniye.    'Dojehek din tune ye, jixwe em dijîn'   Teqez sedema întixara Kevser a mezûna Mamostetiya Matematîkê ya Zanîngeha 19'ê Gulanê ya Samsunê nehat diyarkirin. Parlamenterê CHP'ê yê Kastamonuyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek wiha parve kir:"Dojehek din tune ye, jixwe em dijîn! Kevserê mamoste bû lê di warê karê xwe de nehat bicihkirin. Perpirsiyarên vê întixarê kesên ku xeyalên bi sedan zarokên me ji destên wan girtine. Em ê ji bîr nekin."   Cenazeyê Kevserê li Gundê Kaşçilar a Navenda Kastamonuyê hat definkirin.