'Ew bi nasnemeya şahadetê bûn pêşeng û rêya me ronî dikin' 2019-06-05 09:34:43   ŞEHBA - Bi munesebeta hatina cejna Remazanê  malbetên şehîdan û gelê Efrînê goristana berxwedêran a li Navçeya Ehres a Şehbayê ziyaret kirin û cejna xwe bi pakrewanên azadiyê re pîroz kirin.   Bi hatina cejna remezanê gelê Efrînê û Şehbayê berê xwe dan goristana şehîdan a li Navçeya Ehres a Şehbayê ji bo pîrozkirina cejinê bi berxwedêrên azadiyê re. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan daxuyanî hat dayîn, daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê ji aliyê Şervîn Rifet ve daxuyanî hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Cejna Remezanê li hemû tekoşerên azadiyê û girtîgehên azadiyê yên ku bi îradeya xwe tecrîda giran şikandin em pîroz dikin. Tevî dûrketina me ji axa zeytunan axa pîroz û aştiyê, lê îsrara me ya xurt ji bo rizgarkirina axa me didome. Şehîdên Goristana Şehîd Avesta, Seydo û Refîq rêya têkoşîna azadiyê nîşanî me didin. Ev ax bi hezaran şehîdan hembêz dike. Ew bi nasnemeya şahadetê bûn pêşeng û rêya me ronî dikin.   Em weke malbatên şehîdan bangawaziya mirovahî li hemû cîhanê dikin û gelên me yên derveyî welat dikin ku li hember dagirkerî, koçberî, guhartina demografîk, qirkirin, guhertina cihên dîrokî, avakirina dîwarên ku axa Efrînê ji Sûriyê qut dike û bin pêkirina hevpeymanên navdewletî û exlaqî bêdeng nemînin. Daxwaza me ji wan bi misyona xwe ya welatparêzî rabin. Bi gotina Rêber Abdullah Ocalan 'Em şehîdên xwe naspêrin axê, em dispêrin dilê xwe'. Em soza xwe nû dikin ku em ê her şopdarê rêya şehîdên xwe bin."    Daxuyanî bi dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.