Li Stenbolê serdana goristan ên têkoşerên azadiyê 2019-06-04 13:45:49   STENBOL - Li Stenbolê di roja cejnê ya ewil de, gorên kesên jiyana xwe di têkoşîna azadî û demokrasiyê de dayîn, hatin ziyaretkirin.    Li Stenbolê, di roja Cejna Remezanê ya ewil de gorên kesên jiyana xwe di têkoşîna azadî demokrasiyê de dayîn hatin ziyaretkirin. Dayikên kesên jiyana xwe dest dayîn, di saetên serê sibê çûn goristanan û gorên zarokên xwe ziyaret kirin. Malbatên çûn Goristanên Sûltangazî, Ihlamûrkoyu ya Umraniyê, Kanarya ya Kuçukçekmece û Kayabaşi ya Arnavûtkoyê, li ser gorên zarokên xwe dua kirin.    Li Taxa Gazî, gel li ber mala cemê kom bû û bi Parlementerê HDP’ê Alî Kenanoglû û rêveberên ANYAKAY-DER re heya goristanê meşiyan. Girseyê di meşê de bê navber dirûşmeyên “Şehît namirin”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berza kirin.    Nûnerê ANYAKAY-DER’ê Farûk Kaya, li goristanê axivî û got: “Ev cejin, cejna mezlûman û gelê Kurd ê li ber xwe dide ye. Ev cejn cejna kesên ji bo jiyanek birûmet û azad dijîne. Em li vê derê cejna şehîdên xwe yên demokrasiyê û dayikên xwe pîroz dikin.”   Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû piştî Farûk axîvî û bal kişand ser serkeftina çalakiyên greva birçîbûnê. Alî , diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê bu sedem ku ew du cejnan bi hevre bijîn û wiha got: “Em hemû êşên hatin jiyîn dizanin. Ji ber ku em bi hevre jiya. Ji ber vê me dît ku têkoşîna bi biryar serkeftinê bi xwe tîne. Kes nikare vê serkeftinê asteng bike.”   Malbatan piştî axaftinan, li ser gorên zarokên xwe dua kirin û qûrnefîl danîn ser goran.