Dayikên Aştiyê yên Amedê: Bila ev cejn bibe cejna aştî û aramiyê 2019-06-04 09:03:02   AMED - Dayikên Aştiyê Meryem Soylu, Perîhan Karayil û Nazîme Yurek bi minasebeta Cejna Remezanê wiha gotin: “Me tu carî hêviyên xwe winda nekir. Em ê zorakên xwe hembêz bikin. Ev diyariya herî bi watedar e.”   Li girtîgehên Tirkiye û herêmê bi hezaran girtî û li dervê jî bi sedan kes li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bûn. Piştî hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan û peyama Abdullah Ocalan, çalakî hatin bi dawîkirin. Endamên Komeleya Xizmên Windayên Mezopotamyayê (MEYA-DER) û her wiha endamên Dayikên Aştiyê Meryem Soylu, Nazîme Yurek û  Perîhan Karayil, bi minasebeta Cejna Remezanê ji ajansa me re axivîn. Dayikan çalakiya girtiyan silav kirin.   ‘Gel tu carî hêviyên xwe winda nekirin’    Meryem Soylu bal kişand ser Cejna Remezanê û wiha got: “Cejin roja aştî, li hev borandin û hembêzkirinê ye. Ev çandeke me ya kevnare. Em wê rojê bi hev re parvedikin. Lê mixabin welatê Kurdan her tim bi dagirkerî û zilmê re rû bi rû maye. Axa kurdan bi xwîna zarokan hatiye avdan. Ev ji bûye sedem bêwatebûna rojên taybet. Em her tim dilbikulin. Lê li gel vê jî tu carî hêviyên xwe winda nekirine û ji ber ku em dayikên qehremana ne. Bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê, Zulkufan, Aytenan canê xwe feda kirin. Ew heskiriyên jiyanê bûn, ji bo ku kurt bijîn xwe feda kirin. Ew şopdarên Xeyriyan, Mazluman in. Bi rûhê berxwedana wan em her tim bi ser bilindin. Em cejnê diyariyê cangoriyên xwe dikin.”   ‘Gorên zarokên min ne diyar in’    Meryem destnîşan kir ku cejnê li gorîstanan pêşwazî dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em baweriya xwe bi dewletê neyinin. Tecrûbeya bi salan heye her tim xençera xayintiyê li pişt me xistine. Bi hezaran  ciwan, zarok, kal di şer de jiyana xwe ji dest dan. Em ê wekî her sal îsal jî cejna xwe li goristanan peşwazî bikin. Ez axa sê şehîdên xwe nikarin hembêz bikin, ji ber ku gora wan ne diyar e.”    ‘Em ê zarokên xwe hembêz bikin’   Nazîme Yurek di axaftina xwe de bal kişand ser Roja Dayikan û Cejna Remezanê û wiha axivî: “Her rojên me bi êş derbas bûn. Di Roja Dayikan de me kezaba xwe nedît. Niha jî em li bendê ne ku di roja Cejnê de em bi zarokên xwe re hevdîtin pêk bînin. Bi dawîkirina greva birçîbûnê û rojiya mirinê em gelekî bi kêyfxweşbûn. Em ê bi kêyfxweşî zarokên xwe hembêz bikin. Me tu tem jî Remezanê negirt. Em dev ji têkoşîna aştiyê bernadin. Em ê her tim li hemberî tecrîtê li ser piyan bin.”    ‘Roja pîroz bila bibe wesîleya aştiyê’    Perîhan Karayil wekî dayikên din di axaftina xwe de bal kişand li ser rewşa dayikên têkoşer û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Me bi rojan li ber germahiyê têkoşîna aştiyê da. Ji bo jiyaneke aştiyane divê tecrît bi dawî bibe. Em hêvî dikin hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê dê bibe gaveke girîng. Em dayikên kezeb şewatin, lê berxwedana zarokên me ji bo me hêviyek bû. Li gel hemû zordariyan me li ber xwe da. Em Dayikên Laçik Spî, Dayikên Aştiyê, hêviya me ew e ku roja pîroz bibe wesîleya aştiyê.”