Jinên Mexmûrê derbarê Cejna Remezanê de hestên xwe anîn ziman 2019-06-04 09:01:31   MEXMÛR - Jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr)  derbarê Cejna Remezanê de hestên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Em  cejna tevahî  Gelê Kurd û Serokê xwe pîroz dikin."   Jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr)  derbarê Cejna Remezandê de hestên xwe anîn ziman. Ji jinên ku hestên xwe anîn ziman Zeynep Kara wiha got: "Bi salan e li wargehê me cejin ji ber nexweşî û dilêşiyê pîroz nekiriye. Em  hêvî dikin ku ev cejin bi coş derbas bibe û zarokên me cejna xwe bi dilekî xweş piroz bikin."    Emîne Hîsaq a ku derbarê ceznê de hestên xwe bi me re parve kir wiha got: "Ji 25 salan zêdetir e ku em penaber in û li vê wargehê dijîn bi rastî her ku em hatine koçberkirin me cejn bi keyfxweşî derbas nekiriye. Herkes cejnê bi keyf û şahî bi serdana mirovên xwe piroz dike,  lê em bi xemgînî pîroz dikin."   'Gelê Kurd cejnan bi xemgînî deserbas dike'   Dayika Emîne berxwedana li zindanan ku di pêşengiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê Leyla Guven de li dijî tecrîda li Îmraliyê hat kirin û piştî peyama Rêberê PKK'ê ya bi riya parêzerên xwe şand hat bidawîkirin jî bi bîr xixt û ev tişt got: " Ji 20 salî zêdetir e ku  Rêberê me di zindanê de ye. Ji ber wê ji dilê me nayê ku em cejnê pîroz bikin. Grevên birçîbûnê ku 6 mehan berdewam kir û rojiya mirinê pêk hat. Di encama vê berxwedanê de serkeftineke mezin pêk hat û tecrîd hat şikestin. Lê tecrîd bi dawî nebûye.  Heta dawî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ez hêvî dikim ku em cejneke bi kêfxweşî derbas bikin. Cejn ji bo Gelê Kurd her bi xemgînî derbas dibin."    'Banga min ji bo hemû Gelê Kurd e'   Jina bi navê  Xatun Demir jî bal kişand ser pîrozkirina Cejna Remezanê û ev daxwaz kir:" Ez vê cejnê di serî de li  Rêberê Gelê  Kurd û gelê di zindanan de û li derve li ber xwe dide pîroz dikim. Serkeftina berxwedana greva birçîbûnê ya kesên li derve û li hundir li ber xwe da û ya dayikên Laçikspî yên berxwedêr e. Ez vê cejnê li wan pîroz dikim.  Em wek dayik heta sax bin tiştê ku dikeve ser milê me  em ê ji bo Serokê xwe, zarokên xwe û xaka xwe bikin. Her kurdek li ku dibe bila bibe bila destê xwe dayne ser wijdanê xwe û li xaka xwe zarokên xwe xwedî derkeve. Ev banga min ji bo 4 parçeyên Kurdistanê ye tevahî dunya dijminê me ye bila em nebin dijminê hev û em li axa xwe xwedî derkevin."   'Ez hêvî dikim ku em vê cejnê bi dilxweşî pîroz bikin'   Her wiha jina  bi navê Zeynep Kara jî wiha hestên xwe yên derbarê cejnê de anî ziman: " Di serî de ez cejna remezanê li gelê êş kişandiye li gelê bindest Gelê Kurd pîroz dikim. Gelê Kurd gelek êş û  ezab kêşandiye lê her tim li ber xwe daye dijmin, nikare kurdan têk bibe. Ev cejin bila bibe cejna aştî û serkeftinê bila ev cejina bibe azadî û wekheviya gelan. Bila Êdî Erdogan êşê bi gelê kurd û dayikên kurd nede jiyîn. Bi hêviya ku ev penaberî bi dawî bibe û kurd jî wekî hemû gelan mafê xwe yê azadiyê bi dest bixin, Ez vê cejnê pîroz dikim. Em azadiya Rêberê xwe dixwazin.  Li wargehe me cejin nekiriye. Ji ber ku  nexweşî û dil êşiyê nehiştiye ku em bi coş cejnê piroz bikin.  Hêviya me ew e ku ev cejin bi coş derbas bibe zarokên me cejna xwe bi dilekÎ keyif xweş pîroz bikin."