KESK: Kesên îstismarê dikin divê bê ceza neyên hiştin 2019-06-03 16:04:41   WAN - Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê, diyar kir ku li Qelqeliyê mele li dijî 9 xwendekaran îstîsmara zayendî kiriye û sedema vê yekê ji ber ku rayedar çavê xwe ji îstîsmarê re digirin pêş ketiye.    Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê têkildari bûyerê îstîsmara zayendî ya li dijî jin û zarokan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Li ser navê platformê Seroka Şaxa SES'ê ya Wanê Fatma Arslan daxuyanî da. Fatma, ani ziman ku her roj li dijî jin û zarokan bûyerê îstîsmarê pêş dikevin û wiha got: "Dema vê yekê rewşa siyasî ye. Li gorî daneyên dawî di 10 salan de bûyerên îstîsmara zayendî pir zêde bûye. Sedema vê yekê îktîdara siyasî referansa olî nîşan dide û temenê zarokan a bi riza xwe daxistiye jêr. Çavê xwe li bûkê zarok digirin. Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê 9 zarok ji aliyê mele M.Ş.G. ve rastî îstîsmara zayendî hatine. Di îstîsmara zayenda li dijî jin û zarokan de hêjmar pir zêde bûye. Jinên ducanî yên derdikevin kolanan wekî bêedebiyê nişan didin. Rê li pêş zewaca zarokên jin ên 9 salî jî vedikin. Bi vê yekê her tiştî rewa dikin. Divê dewlet aliyê muxdûr be. Li şûna dewlet tacîzkar û tecawizkar diparêze divê li cem mexdûran cihê xwe bigire. Divê bi tu awayî îstîsmarkar bê sûc nemîne. Divê faîl bê cezakirin. Em wekî KESK'ê dê her dem têkoşîna xwe ya li dijî îstîsmarê berdewam bikim."