Çeteleya tundiyê ya meha gulanê ya Tirkiyeyê: 27 jin û 14 zarok hatin qetilkirin 2019-06-03 13:40:31   ENQERE - Di meha gulanê de 27 jin, 14 zarok hatin qetilkirin. 27 zarok bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma. Dadgeh cezayê 9 êrîşkar û tecawîzkaran kêm kir.    Li Tirkiyeyê êrîş û îstîsmara zayendî ya li hemberî jin û zarokan her ku diçê zêdetir dibin. Di meha gulanê de jî hejmar zêdetir bû. Gotinên rayedarên îktîdarê, dadgehên ku cezayê kêm dikin û polîtîkayên şer dibin sedema zêdebûna qetilkirina jin û zarokan. Her wiha zimanê medyayê û bernameyên televîzyonan jî dibin sedema hejmara qetilkirina jin û zarokan. Jin li dijî êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan û qetilkirina jinan daketin qadan. Ajansa me çeteleya şîdetê ya meha gulanê derxist.    Li gorî daneyên me ya meha gulanê 27 jin, 14 zarok hatin qetilkirin. 28 jin, ji aliyê mêrên ku nezî wan e rastî şîdetê hatin. 27 zarok jî bi êrîşa zayendî re rû bi rû man. Dadgeh jî cezayê 9 êrîşkar û tecawîzkaran kêm kir.     Faîlên jinên ku hatî qetilkirin diyar in    * Zeynep P. li Idirê ji hêla mêrê pê re zewicandî Bulent P. yê ve hat qetilkirin.    * Naciye Saygin li Tekîrdagê ji hêla Fedaî Kavrik ve hat qetilkirin.    * Bîllur Curcurê ku dixwast ji Turguy Curcur weqete li Kadikoya Stenbolê hat qetilkirin.    * Dîlek Zengîn li Osmaniyeyê ji hêla Mehmet Zengînê ve hat qetilkirin.    * Songul D. li Çewlîkê ji hêla merê pê re zewîcandî cerdevan Omer D. ve hat qetilkirin.    * Jina ku navê wê nehat zanîn li Arnavutkoya Stenbolê ji hêla Yassı Oren ve hat qetilkirin.    * B.B li Konaka Stenbolê ji hêla polîsê bi navê Volkan Hîcret ve hat qetilkirin.    * Gokçe Saygi li Antalyayê ji hêla kesên ne diyar ve hat qetilkirin.    * Ayşe Ercinî li Semsûrê ji hêla mêrê ku pê re zewicandî Gokhan Erçîn ve hat qetilkirin.    * H.K li Sûra Amedê şerê ku di navbera gundiyan de derket de hat qetilkirin.    * Sakîne Oguz li Dêrsimê ji hêla Oguz Medet ve hat qetilkirin.    *  Sultan Satilmiş li Afyonê ji hêla mêrê pê re zewicandî Mehmet Satilmiş ve hat qetilkirin.    * Ozgu Oturak li Çayırovaya Kocaeliyê ji hêla mêrê pê re zewicandî Cemal Oturak ve hat qetilkirin.     * Muzzeyen Boylu li Kayapinara Amedê ji hêla Mesut Issi ve hat qetilkirin.    * Gîzen T. li Odemîşa Îzmîrê ji hêla Okan Karakaş ve hat qetilkirin.    * Uluye Demîr li Elbîstana Mereşê ji hêla Ferhat E. ve hat qetilkirin.    * Seher Ozerî li Efelera Aydinê ji hêla Erdal Akin ve hat qetilkirin.    * Hatîce Dobaz li Bartinê ji hêla Erhan Dobaz ve hat qetilkirin.    * Riza Tosûn li Îzmîrê dayika xwe qetil kir.    * Ozlem Bagdemîr li Şehremîna Stenbolê ji hêla Tuncay Tezcan ê ku jê weqetiya bû ve hat qetilkirin.    * Zeynep Katan li Kayseriyê ji hêla mêrê pê re zewicandî Mehmet Katan ve hat qetilkirin.     * Ganira Cabbarova li Burdurê ji hêla Halîl Acar ve hat qetilkirin.     * Fatma li Kutahyayê ji hêla Zekî Kuçukbey ve hat qetilkirin.    * Naîme Bîlînmez li Hezoya Êlihê şerê di nava du malbatan derketî de hat qetilkirin.     * Mukadder Nagay li gundê Çavdara Afyonê ji hêla mêrê pê re zewicandî Ramazan Demîr ve hat qetilkirin.    * Nergîs Y. li Çineya Aydinê ji hêla mêrê pê re zewicandî Husamettîn Y. ve hat qetilkirin.     * Jina ku navê wê nehat zanîn li Wêranşarê ji hêla mêrê pê re zewicandî û navê wî nehat zanîn ve hat qetilkirin.    Şîdeta li hemberî jinê    * Li Stenbolê jinek ji hêla ajokarê motosîkletê ve hat tacîzkirin.    * Jina ku li Mêrdinê ji bo kar serlêdan li şaredariyê kiribû ji hêla polîsê bi navê E. U. yê ku li şaredariyê hatibû peywirdarkirin ve hat tacîzkirin û fihûş li ser wê ferz kir.     * 2 xwendekarên jin ên zanîgeha Enqereyê bi tacîza devkî ya komeke ulkucuyan hat.    * Li jin li Konakê ji hêla polîsê bi navê Volkan Hîcretê ve bi êrîşa zayendî re rû bi rû man.    * Li Çorluya Tekîrdagê mêrê bi navê Firat K. wêneyên jinan kêşand û piştre bi wan wêneyan jinan tehdît kir. Jinên ku hatin tehdîtkirin bi êrîşa zayendî re rû bi rû man.    * S.A yê ducaniya 4 mehî li Bornovaya Îzmîrê dixwest ji mêrê pê re zewicandî Cavît A. weqete, rastî êrîşê hat.     * Li Eregliya Zanguldakê jinek bi çeka pompeyî hat birîndarkirin.    * Nîlgun K. li Edeneyê ji hêla Ahmet N. ve rastî şîdetê hat.    * Jina ducanî ya 3 mehî li Çukurovaya Edeneyê ji hêla mêrê pê re zewicandî ve li maşîneyê hat avêtin.    * Li Davûttepeya Mêrsinê jinek ji hêla mêrê pê re zewîcandî ve di minibûsê de bi şîdetê re rû bi rû ma.    * Li Enqereyê mêrê bi navê U.B. êrîş bir ser jina ku doza hevweqetandinê vekiribû.   * Pinar Etîcî ji hêla destgirtiyê xwe ve bi şîdetê re rû bi rû ma.    * Li Zanîngeha Erziromê jinek rastî tacîza H. A. yê hat.    * Li Beşîktaşa Stenbolê jinek rastî şîdeta mêrekî hat.     * Li Erziromê jina ku marketê dixebitî rastî şîdeta mêrekî hat.    * D.A li Enqereyê ji hêla mêrê pê re zewicandî Î.A. ve bi kuştinê re rû bi rû ma.    * Jinek, ji hêla ajokarê fîrmaya Irmak Dumlupinarê ve rastî êrîşa zayendî hat.    * T.G li Antalyayê ji hêla mêrê ku weqetiyayîbû S.G ve rastî şîdetê hat.    * Şahîn Şeker êrîşê Gaye Akil a ku li Qada Beşîktaya Stenbolê dixebitî kir.    * Li Edeneyê Mehmet K. êrîşê Hacer, K. yê kir.    * Li Sultangaziya Stenbolê jinek rastî şîdeta mêrekî hat.    * Rafet S, li Stenbolê êrîş bir ser jina ku pê re zewîcî Xatiro. O. û 3 kesên din.    * Li Stenbolê mêrê ku navê nehat zanîn êrîşê bir ser 2 xwebatkarên xwe yên jin.    * Li Samatyaya Stenbolê jina bi navê Arpîne T. rastî êrîşa nîjadî ya du mêran hat.    * Bunyamîn Bardakçi li Antalyayê bi asîdê êrîşê Asiyê Guzelê kir.     *Li Adapazariyê Cesur Kose xwest Esra Cumuk ê bikuje.    * Li Sultangaziyê Stenbolê mêrek 2 jinan tacîz kir.    * Şaredarê Sîlifkeya Mêrsînê ya MHP'ê Mucahît Aktan xûşka xwe Meryem Aktan ê bikuje, lê bi giranî birîndar bû.    Êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan    *Li Edeneyê zarokek rastî êrîşa zayendî ya xal û hevalên xalê xwe hat.    *Li taxa Muratpaşaya Antalyayê zarokekî rastî êrîşa zayendî yê M.F. yê hat.    *Li Cizira Şirnexê alîkarî midûrê lîseya Anadoluya Navendî ya Şirnexê B.E. xwendekarê xwe îstîsmar kir.    *Li Beylîkduziya Stenbolê mêrê bi navê Tolga K. zarokekî îstîsmar kir.    *Li Çankayaya Enqereyê zarokê bi navê B.K yê ku ji sedî 50 astengdarê akilê, ji hêla 5 kesan ve rastî êrîşa zayendî hat.    *Li Kîraza Îzmîrê zarokek ji hêla peywîrdarê ewlehiyê ya dibistanê B.K. yê rastî îstîsmarê hat.    *Li Siwerega Rihayê zarokekî bi êrîşa zayendî ya E.O. yê ve rû bi rû ma.    *Li taxa Guvenlera Dîlokê 2 zaroka rastî êrîşa zayendî yê Salîh S yê hatin.    *Li Sultangaziya Stenbolê mêrê bi navê A.S zarokek îstîsmar kir.    *Li Cizira Şirnexê H.O 3 zarokan îstîsmar kir.   *Li Stenbolê zarokek li marketê rastî êrîşa zayendî hat.    *Li Dortyola Hatayê zaroka 5 salî rastî êrîşa zayendî yê R.D yê hat.    *Li Kayseriyê zarok rastî êrîşa zayendî yê bavê xwe hat.    *Li Kagitxaneya Stenbolê zarokê bi navê B.U rastî êrîşa zayendî ya apê xwe û xizmên xwe hat.    *Li Qelqeliya Wanê meleyê bi navê M.Ş. G. 9 zorakên li gund dijîn îstîsmar kir.    *Li Tîre ya Îzmîrê mêrê bi navê Ganî E. zarokê 8 salî îstîsmar kir.    *Zaroka bi navê Ecrîn li Vezîrkopruya Semsûnê ji hêla apê xwe ve rastî êrîşa zayendî hat.    Zarokên ku hatin qetilkirin   *Li Orduyê di tesîsa zibil de ceseda pitikek hat dîtin.     *Li Rêzana Amedê di encama gulebarandinê 2 zaroka birîndar bûn.    *Li Erziromê Furkan Yîgîtê 4 salî mirî hat dîtin.    * Li Kanîreşa Çewlîkê Omer. D, zarokê bi navê Efecan qetilkir û 2 zarokan jî birîndar kir.    *Li Xerpetê zaroka ku li marketê danûstandinê dikir rastî kesên ne diyar ve hat derpkirin.    *Li Enqereyê kalek ji ber ku zarokek cih nedayî derp kir.     * Li Eregliya Zonguldakê ji ber gulebaranê zarokek bi giranî birîndar bû.    *Li Odemîşa Îzmirê mêrê bi navê Okan Karakaş zarokê xwe yê 2 salî qetilkir.    *Li Çankiriyê midûrê dibistanê êrîş bir ser xwendekarên xwe.    *2 zarok li bendava Alîbeykoya Stenbolê windabûn.    *Li Erdîşa Wanê zaroka bi navê Evîn windabibû piştî demekî, cenazeyê wê hat dîtin.    * Bîlal Turgay li Konaka Îzmîrê zarokê xwe yê 3 salî qetilkir.    *Li Miksa Wanê zarokê 3 salî N.T ket qenala avê û jiyana xwe ji dest da.    *Li Mêrsînê zarokê 3 salî di kreşa taybet de bi şîdetê re rû bi rû ma.     Li dadgeriyê kêmkirina cezayê..    *Li Antalyayê zaroka 10 salî bi êrîşa zayendî re rû bi rû man. Êrîşkar A. O. di dozê de bereat kir.     *H.I.O, li Kadirliya Osmaniyeyê fîlmên zayêndî bi zarokan da temaşekirin. Lê H.I.O. serbest hat berdan.    *S.B, li Wanê zarokek îstîsmar kir û lê hat tehliyekirin.    * 2 zarokên li Antalyayê rastî êrîşa zayendî ya M.F yê ra rû bi bû man. Lê M.F. bi şerta kontrola edlî serbest hat berdan.    *Li Îzmîrê zaroka 9 salî Y. K rastî êrîşa zayendî ya Tuncay Çinarê hatibû, Zarok ji ber bûyerê qirîza dil derbas kir. Êrîşkar bêgirtî tê darizandin. Daxwaza girtina wî hat redkirin.    *Li Stenbolê zaroka 11 salî ji hêla Ali P. yê ve rastî êrîşa zayendî hat. Cezayê êrîşar hat kêmkirin.    *Li Arsuza Hatayê 2 zarok bi êrîşa zayendî ya C.O ve rû bi rû ma, lê li gorî rapora ATK'ê gumana sûc nîne serbest hat berdan.    *Mamosteyê li Edeneyê 3 zarokên xwendakerên îstîsmar kir û 45 sal ceza lê hat birîn. Lê mêrê bi navê  M.T di doza êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan de beraat kir.    *Li Serîka Antalyayê A.A zaroka 5 salî îstîsmar kir, lê ji ber ku delîlên bi bawêr nîn bû serbest hat berdan.