Li Mexmûrê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin 2019-06-03 09:22:57   MEXMÛR - Bi pêşengtiya ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî  (Mexmûr) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê êrîşên dewleta tirk ên li ser Xakurka Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin.    Bi pêşengtiya ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî  (Mexmûr) û  û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê êrîşên dewleta tirk ên li ser Xakurka Başûrê Kurdistanê û bêdengiya nûnerên herêmê hatin şermezarkirin. Şev saet di 20.00'an de li ber Saziya Malbatên Şehîdan meşa meşaleyî dest pê kir. Meşê heta navenda çand û hunerê dewam kir. Piştre ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê ciwanên Mexmûrê Nûdem Yaman axivî. Nûdemê diyar kir ku ji bo ew êrîşên li ser axa Başûrê Kurdistanê şermezar bikin meşek wiha li dar dixin û got ku divê êrîşên li ser axa gelê Kurd bi dawî bibin.    Nûdemê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Dewleta tirk bi salane hem ji bejayî hem jî ji hewayê êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Li dijî vê yekê hem qadên navneteweyî hem jî nûnerên hikumeta herêmê bêdeng in. Ev bêdengiya nayê qebûlkirin. Armanca dewleta tirk ew e ku gelê Kurd tune bike. Têkoşîna me ya li dijî dagirkeran ew ê heta dawiyê bidome. Bi têkoşîna grevên birçîbûnê em çawa gihaştin armanca xwe em ê her dem bi têkoşîna xwe bigihêjin armanca xwe. Wekî Şehîd Çiyager got çi dibe bila bibe ew ê dawî bi heybet be. Em ê wekî gelê Mexmûrê her dem li pişta têkoşerên xwe yên azadiyê bin."   Meşa meşaleyî ya Mexmûrê bi dirûşmên "Bijî partiya Kurdistan","Bijî Serok Apo","Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.