Gurbet Ektîren: Ev berxwedan û biryar divê her tim bidome 2019-06-03 09:18:46   MÊRDÎN - Gurbet Ektîren a di greva birçîbûnê de bû, hat tahliyekirin û greva xwe li mala xwe berdewam kir, 132 rojan di grevê de ma. Gurbetê got ev serkeftin bi berxwedana dayik û girtiyan hatiye bidestxistin û divê berxwedan û biryar her tim bidome.   Grevên birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê girtiyan ve hat destpêkirin piştî mehan şûnde di 26’ê Gulanê de bi banga Abdullah Ocalan re hatin bidawîkirin. Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15’ê Çile de dest bi grevê kir û di 8’ê Adarê de hat tahliyekirin li mala xwe ya li Dêrikê greva xwe berdewam kir. 132 rojan di grevê de ma û duh ji nexweşxaneyê hat derxistin.   ‘Bedena me heliya lê îradeya me xurt bû’   Gurbetê bi lêv kir ku çalakiya wan bi ser ketiye û wiha pê de çû: “Di 22'ê Gulanê de piştî hevdîtin hatin kirin şûnde grev bi dawî bûn. Ev grev gihaştin armanca xwe. Em gelek kêfxweş bûn. Bi hezaran hevalên me di grevê de bûn. Em ji bo hevalên di rojiya mirinê de jî gelek kêfxweş bûn. Piştî me agahî girt armanca me hat cih. Grevan 7 mehan berdewam kir. Bedena me heliya lê îradeya me xurt bû.”   ‘Divê berxwedan û biryarbûn her tim bidome’   Gurbetê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku biryarbûna dayik û girtiyan ya bi berxwedanê gihaşt armanca xwe divê bidome û wiha dawî lê anî: “Dewletê ji bo em dest ji grevan berdin her tişt kir. Ewil Leyla Guven berda, piştre bi birayê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û piştre hevdîtina parêzeran pêk hat. Tevî vê grev bi dawî nebûn. Tevî vê berxwedan mezin bû. Grev qedya lê berxwedana me dê bidome. Ji rojên xweş re demek kurt maye. Çi ji destê me bê em ê bikin.”