‘Ev sal sala berxwedan û têkoşînê bû 2019-06-03 09:02:07   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Li Şirnexê siyasetmedarên jin diyar kirin ku sala 2019 bû sala berxwedanê. Zeynep Unat diyar kir ku bi berxwedan û têkoşînê tecrîd hat şikandin. Hezne Aslan jî destnîşan kir ku tu carî hêviya xwe windanekirine û bi ser ketine.    Piştî peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê û rojiya mirinê hatin bi dawî kirin. Piştî bi dawî kirina çalakiyan bi sedan girtî li gel astengî û pêkutiyan sewkê nexweşxaneyê hatin kirin. Di têkildarî mijarê de jinên siyasetmedar ên Şirnexê nêrînên xwe anîn ziman.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Zeynep Unat, anî ziman ku 2019'an bûye sala berxwedana Leyla Guven, girtiyan û dayikên laçik spî. Zeynep wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li dijî tecrîdê li girtîgehan di nav şert û mercên nebaş de girtî dest bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê kiribûn. Çalakvanên greva birçîbûnê bi bîryarî û bi baweriyeke mezin têkoşîna xwe meşandin. Her çiqasî çapameniya alîgirê îktîdarê têkoşîna berxwedêran nedît jî, berxwedan li Tirkiyeyê û cîhanê deng da. Dayikên me li kolanan li hemberî tundî û êrîşa polîsan têkoşînek dan. Dayikên laçik spî tu carî paşve gav neavêtin. Em dikarin bibêjin ku sala 2019’an bû sala têkoşîna jinê. Tecrîda li ser Ocalan bi têkoşîn û berxwedanê hat şikandin."   'Bi berxwedan û têkoşînê tecrîd hat şikandin'   Zeynep, di dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku cihê faşîzm û zordestî hebe li vir jî berxwedan li pêş dikeve û wiha domand: "Li gorî medyaya civîkî û çapemeniya alîgirê îktîdarê, tecrîd bi daxwaza Devlet Bahcelî hatiye rakirin. Di roja destpêke û heta îro tu carî medyaya alîgirê îktîdarê têkoşîn û berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê neanîn ziman. 200 roj ne tişteke hindike. Gotinên medyaya alîgirê îktîdarê ne rastin û bi daxwaza Devlet Bahçelî tecrîd nehat bi dawîkirin. Kesên ku vî pêvajoyê şopandine, gelek baş dizanin ku bi têkoşîn û berxwedanê ev tecrîd bi dawî bû.”   ‘Têkoşîn bi jinek û bi dayikek dest pê kir'    Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Cizîrê Heznê Aslan, di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Bi berxwedana Leyla Guven, dayik û girtiyan tecrîd hat şikandin. Greva birçîbûnê û rojiya mirinê ji bo me gelekî bi wate bûn. Bila dewlet baş bizanibin ku Serok ji bo me gelek girîng e. Îro berxwedana dayikan, li cîhanê deng da. Piştî 8 sal an bi Serok re hevdîtin pêk hat. Ev tişt bi saya berxwedêr û Leyla Guven pêk hat. Me tu carî hêviya xwe winda nekir û em bi ser ketin. Ev sal sala berxwedan û têkoşînê bû. Ev têkoşîn bi jinek û bi dayikek dest pê kir. Bi hezaran kes jî bû rêhevalên wê. Ev sal bû têkoşîn û berxwedana jinê. Bi we berxwedanê dîrok hat nivîsandin."