ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-03 09:00:00   *Jina bi navê Emîne Herkarî ya li Kobanê ya ku bi xwedîkirina mêşên hingiv debara xwe dike wiha got:"Bandor û fêdeyên xwedîkirina mêşên hingiv gelek in. Çimkî hingivê ku tê bi destxistin ji bo gelek nexweşiyan dibe derman, weke nexwaşiya dil, şekir, mîde, welidîna dayikan û îltihabê. Hingiv pêşî li hinek nexweşiyan digire. Loma eleqeya ji bo hingiv zêde ye. Ez jî hewl didim ku bi keda destên xwe ji bo tenduristiya gel xizmetê bikim û di heman demê de debara xwe bikim." DÎMEN HEYE   *Li Şirnexê siyasetmedarên jin diyar kirin ku sala 2019 bû sala berxwedanê. Zeynep Unat diyar kir ku bi berxwedan û têkoşînê tecrîd hat şikandin. Hezne Aslan jî destnîşan kir ku tu carî hêviya xwe windanekirine û bi ser ketine. DÎMEN HEYE   *Di taybetmendiya  jina Kurd de girêdanek  bi çandê  û alavên kevnar re heye. Dayika Kurd a parêzvana çandê Fatîma Muhemed diyar kir  ku her dem dayikan nirxên çanda kevnar parastine û wiha got:"Çanda me nasnameya me ye. Dayikên Kurd çanda kevnar diparêzin. Ev ji bo şanazî ye."  DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne bi munasebeta hatina Cejna Remezanê axivîn û gotin: "Em ê her û her çandê zindî bikin, dewleta Tirk nikare me ji çanda me qut bike. Hêviya me ya cejnê vegera ji bo Efrînê ye." DÎMEN HEYE   * Jinên ji Bajarê Kobanê bi munasebeta cejina Remezanê nêrînên xwe di derbarê meha rojî û cejinê de anîn ziman. Jinên Kobanê gotin: "Cejina Remezanê komkirina hemû malbatê ye, hemû pirsgirêkên navxweyî jibîrkirine û rihê civatbûyînê zindîkirin e. Cejina Remezanê rihê civatê zindî dike." DÎMEN HEYE   *Li Amedê zarokên divê di erefeya cejnê de dan û standinê bikin û bilîzin, li bazaran di bin roja bi tîn de hemaliyê dikin, avê difroşin an jî kartonan kom dikin. DÎMEN HEYE   *Beriya betlana 9 rojan a cejna Remezanê ji bo biletên otobusên navbera bajaran ji sedî 20-25 zem hat kirin. Muşterî û rayedarên otobusan bertek nîşanî zemê dan û sedema vê jî zema ji bo mazotê hatiye kirin nîşan dan. DÎMEN HEYE   *Gurbet Ektîren a di greva birçîbûnê de bû, hat tahliyekirin û greva xwe li mala xwe berdewam kir, 132 rojan di grevê de ma. Gurbetê got ev serkeftin bi berxwedana dayik û girtiyan hatiye bidestxistin û divê berxwedan û biryar her tim bidome. DÎMEN HEYE   * Di rapora faliyetê ya 2018’an ya ji aliyê qeyûmê tayînê şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve hatiye amadekirin de derket holê kuji 23 serokatiyên daîreyan cih nedaye xebatên 13 heban.   *Jinên di bin siya krîza aborî de Cejna Remezanê pêşwazî dikin, diyar kir ku cejnê bandor li buhayan nekiriye û got buhayê şekrokan derketiye du katî, cejn berê hebûn. DÎMEN HEYE