Bi hezaran şêniyên Cizîrê li dijî êrîşên li Başûrê Kurdistanê derketin qadan 2019-06-02 14:46:15   QAMIŞLO - Îro bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê daketin qadan, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê şermezar kirin.   Îro bi hezaran şêniyên bajar û naveçeyên herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Xarkorkê ya Başûrê Kurdistanê daketin qadan. Di meşê de Endam û rêveberiyên sazî û dezgehên sivîl û Rêveberiya Xweser amede bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û kesên di şerê Efrînê de jiyana xwe ji dest dabûn, alên Kongreya Star û pankertên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk re, Bijî berxwedana Serdemê", "Bi rihê serhildana Şeladizê, dagirkeriya Tirk em ê têk bibin", "Beredostê biparêzin û Efrînê rizgar bikin", hatin hilgirtin.   Di meşê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat gotin ku divê ku Hikumeta Kurdistanê bertekekê li beramberî van êrîşan nîşan bide û bêdeng nemîne, êrîşên dewleta Tirk her dixwaze vîn û îradeya gelan bişkîne û divê gel destûrê nede vê yekê.    Meş bi dirûşmeyên " Na ji dagirkeriya Tirk re", "Na ji bêdengiya navneteweyî re", bi dawî bû."