Kongreya Star êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir 2019-06-02 12:24:32   QAMIŞLO - Kongreya Star  ya bajarê Qamişloyê bi  daxuyaniyek  çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir.   Kongreya Star û Rêvberiya çalakiyan ya bajarê Qamişloyê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistnê daxuyaniyek çapemeniyê dan. Daxuyanî li Qada Şehîdên Enternasyonal bi tevlîbûna Partî, dezgeh û saziyî û Meclîsên Qamişloyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Kongreya Star Hacer El-Gesen ve hat xwendin.    Daxuyanî wiha ye:   "Di dema ku em destê xwe ji bo aştiyê dirêj dikin û em tekoşîna aştiyê dikin, de êrîş dîsa her li ser gelê Kurd didome. Em her hewl didin Rêberê xwe Abdullah Ocalan rizgar bikin û em doza serbest berdana wî dikin da ku em jî wek tevahî miletên cîhanê serokên xwe di nava xwe de bibînin. Lê  wisa dixwiye ku dewleta Tirk dev ji êrîşên xwe bernade. Em dibînin dewleta tirk çawa êrîşî her tiştê li Kurdistanê dike. Bi  bahaneya şerê terorê destwerdan di Başûrê Kurdistanê de kir. Her wekî destwerdana ku vê dawiyê di Xakûr û di herêma Setkanê  de kir. Rastî ev kiryarên ku faşîzma Tirk dike, operasyoneke qirkirinê li dijî gelê kurd li her çar parçeyan e.    Dewleta Tirk dixwaze her çar parçeyên Kurdistanê dagir bike. Efrîn ji nimûneya herî diyar e. Efrîn gelek astengiya ji vê dagirkeriyê dibîne, her wekî rûxandina ji zemînê, girtin, kuştin, revandin, qewirandin û her wekî din.  Niha ji destwerdanê li Başûrê Kurdistaê dike bêyî ku ti giringiyê bide zagonên navnetewî û rêgezên mirovahiyê. Her wiha em bang li tevahî partiyên kurdistanî dikin ku hevkariya xwe ragihînin û li hemberî van kiryarên Tirkiyê bê deng nemînin.   Her wiha em bêdengiya nûnerên Başûrê Kurdistanê ya li hemberî vê destwerdanê şermezar dikin. Em soz didin  ku em ê bi vîna raperîna Şêladizê dagirkeriya Tirk bi dawî bikin. Her bijî têkoşîna gelê me ya li himberî dagirkeriyê."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.