Cenazeyê Sercan Ozatak a ku ev 6 roj in winda ye hat dîtin 2019-06-02 09:20:13   COLEMÊRG - Cenazeyê Sercan Ozatak a ku ev 6 roj in winda ye û xwendekara lîseyê bû li Robara Katramasê ya li navenda bajêr, hat dîtin.   Sercan Ozatak a 18 salî û xwendekara Lîseya Anadoluyê ya Sumbulê bû di 27'ê Gulanê de ji bo biçe dibistanê ji malê derket û xeber êdî jê nehat girtin. Cenazeyê Sercanê ku li ser nehatina wî ya malê malbata wî ji polîsan re rewş ragihand li li Robara Katramasê ya li navenda bajêr, hat dîtin.   Cenazeyê Sercan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Hat diyarkirin ku dê sedema mirina Sercan piştî otopsiyê diyar bibe. Her wiha hat zanîn ku derbarê mirina Sercan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.