Zarok ji zanistê tên dûrxistin: Divê dawî li vê qirkirinê bê anîn! 2019-06-02 09:10:33   AMED - Sekrtera Jinan a Şaxa Hejmara Yekem ya Egîtîm Senê Zeynep Aykat der barê pergala nû ya ji bo perwerdeyê  de anîne hişyariyên girîng kir û da zanîn ku zarok ji zanistê dûr tên xistin û divê dawî li vê qirkirinê bê anîn.   Wezîrê Perwerdehiyê ya Neteweyî, pergala nû ya ji bo lîseyan anîne bi rayagiştî re parve kir. Di pergala nû de hejmara dersên ferzkirî hat kêmkirin û dersên hilbijarî hat zêdekirin. Dersa Zanîna Ahlaq û Çanda Ol hat ferzkirin, dersên Matematîk, Felsefe û Dîrok bûn hilbijarî. Sektera Jinan a Şaxa Hejmar Yek a Egîtîm Senê ya Amedê Zeynep Aykat der barê pêkanîna mijara gotinê ye de axivî û da zanîn ku zarok bi vê pêkanînê ji perwerdeya zanistê dûr tên xistin û bangên girîng li hikûmetê kir.   Xwendekar ji zanînê dûr tên xistin   Zeynebê bi lêv kir ku demeke din a perwerdehiyê bi dawî dibe, pirsgirêkên ku kedkarên perwerdeyê dijîn didomin û wiha got: “Di serî de liyakatên tayînkirinê, bi qanûna mamostetiyê re ewlehiya kar a hîndekaran ji destê wan tên girtin û ligel vê gelek pirsgirêkên din jî hene. Di bernameya perwerdehiyê de guherîn hatine kirin. Bi bernameya nû xwendekar ji perwerdeya zanistî tên dûrxistin.Di îlonê de wê dibistan dîsa bi gelek pirsgirêkan dest pê bike. Tevî van pirsgirêkan bername hat guhertin. Di bernameya dersan de, di polên 9,10,11 û 12'an de dersên ferzkirî tenê du heb hene. Zimanê Tirkî û Wêne, Zanîna Ahlaq û Çanda Ol. Bi salane em têkoşîna vê didin. Em ji bo vê li qadan e. Lê hikûmet tu tiştekî nake. Dersên olî wek ferzkirî didin ber me. Ev riya ji perwerdeya zanistê dûr ketine. Divê ev pêkanîn demildest bi dawî be. Bi salane em têdikoşin, em ê dîsa ji bo perwerdeya zanistî, layîk û zimanê dayikê têbikoşin.”   ‘Divê dawî li vê qirkirinê bê anîn’   Zeynebê der barê guherînên nû de ev agahî parve kir û got: “Di pola 9’an de hejmara dersên hevpar ji 13’an daket 6’an. Di pola 10’an de hejmara dersên hevpar ji 12’an daket 3’an. Di pola 11’emîn de ji 8’an daket 3’an. Di pola 12’emîn de jî ji 7’an daket 3’an. Di van polên mijara gotinê de dersên Zimanê Tirk û Wêje, Zanîna Ahlaq û Çanda Ol ferz in. Dersên din yên dimînin jî li gorî daxwazê dikare bê avakirin.Divê em li dijî vê tabloyê bêdeng nemînin. Ji ber li welatê me reng, çand, ziman û olên cuda hene. Nedîtina vê qirkirinek mezin e. Divê demildest dawî li vê qirkirinê bê anîn.”   ‘Tirkiye rêza welatan ji dûr ve dişopîne’   Zeynebê her wiha destnîşan kir ku her zarokek xweserbûna wan heye û li gorî vê zarok divê bernameya dersa xwe diyar bike, an jî wê şaşî çêbe. Zeynebê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye di rêza serkeftina welatan de ya di alî perwerdehiyê de gelek şûnde ketiye. Sedem jî pêkanînên perwerdeyên Tirkiyeyê ne.Divê demildest pêşî li vê bê girtin û nirxa ku perwerde heq dike bê dayîn.”   ‘Dersa ol a ferzkirî di alî pedagojîk de bi xeter e’   Zeynebê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku her zarokek di heman demê de şexseke û her kes di alî perwerdehiya ku dixwaze bibîne de xwedî biryar e û wiha dawî lê anî: “Zarok ji dema tên dinê rastî ol tên û ev jî şaş e. Bêguman dikare bixwaze dersa olî bibîne. Lê divê ev bi daxwaza zarok pêk bê. Ger ders hilbijarte dikarin bên kirin divê ev ders jî wisa be. Zarokên malbatên ne musliman, di rewşa dersa Zanîna Ahlaq û Çanda Ol bigirin, ev di alî pedagojîk de bi bandor dike. Ez dixwazim bi taybet gotina ‘di ol de zordarî tune’ bînim ziman. Ol, rewşeke ku kes bi wijdana xwe dikare tercîh bike ye. Ez ferzkirina dersa ol ji ferzkirinê wêdetir wek qirkirinê dibînim. Malbat divê di vê mijarê de tercîha zarokên xwe li ber çavan bigirin.”