Jinên Hesekê : Em bi rihê azadî û aşîtiyê vê cejnê pêşwazî dikin 2019-06-02 09:07:35   Sorgul Şêxo/Ronîda Hacî   HESEKÊ - Şêniyên Til Temirê ên kurd û ereb ku bi hev re di nava aramiyê de dijîn,  amadekariyên Cejna Remezanê dikin. Jinên ku amadekariya cejnê dikin  dibêjin:" Em vê cejnê cûda hîs dikin vê salê em bi ruhê azadî û aştiyê Cejna Remezanê pêşwazî dikin."   Li tevahî bajar,navçe û herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nêzîkbûna Cejna Remezanê re liv û tevgera gel  û herkîna gel di nava bazaran de  zêde bûye.  Kesa herî zêde di civakê de têkoşîn dide û diweste jin e. Jinên Navçeya Til Temir a Kantona Hesekê di seetên sihê de berê xwe didin bazara bajêr da ku pêdiviyên xwe yên cejnê pêşwazî bikin.   Dema ku mirov li herkîna gel di nava bazarê de dinêre, mirov piştî 8 salên dijwar cîhaneke nû tijî hezkirin û aram dibîne. Di bazarê de Hêzên Ewlehiya Hundirîn, her wiha Asayîşa Hawarî hatine bicihkirin, da ku rê li ber qezayan bigirin û rewşeke aram ji gel re biafirînin. Jinên ku li bazarê pêdiviyên xwe yên cejnê pêk tînin herî zêde ji bo zarokên xwe kincên herî xweşik dikirin.    Ne tenê ne li bazaran, jin li malên xwe jî amadekariya cejnê  dikin. Jin li malên xwe kulîçeyan çêdikin da ku roja cejnê li zarokan belav bikin. Ev jî çandeke  jinê ya di nava  civakê de ye de.   'Bi hêviya ev cejn bibe wesîleya azadiya Rêber Ocalan'   Dayikeke kurd jina bi navê Tirkiya Baravî  a ku bi kincên xwe yên kurdî daketiye bazarê û pêdiviyên xwe pêşwazî dike wiha kêfxweşiya xwe di derbarê hatina cejnê de bi lêv dike:"Ez cejna Remezanê li her kesê misliman pîroz dikim. Bi hêviya ev cejn bibe wesîleya azadiya Rêberê mirovahiyê Abdulla Ocalan û aştiya li tevahî herêmên Sûriyê."   'Yên ku hiştin em vê rojê pîroz bikin şehîd in'   Dayika Şemsa  Zekî jî daketiya nava bazarê  û dixwaze ji xwe re cil û bergê kurdî bikire wiha ji bo cejnê  dibêje:"Ez liv û tevgera gel vê salê pir cûda dibînim, ez hîs dikim ku gelek malbat vegeriyan e welatê xwe. Êdî gel xwe di aramiyê de hîs dike. Kesê ku hiştin em vê rojê bibînin û pîroz bikin  zarokên me yên şehîd in. Em deyîndarê şehîdê xwe ne. Şehîd ew nirxê herî pîroz in divê her kes têkoşînê blind bike û xewin û xeyalên şehîdan pêk bîn e ."   'Yên ku cejnê xweş dikin û bi coş dikin zarok in'   Jina bi navê Şêxa Taha ji gundê Ên EL-Ebide derbarê coşa cejnê de wiha axfî:" Tevî ku rewşa me ya aborî ne ewqas baş e jî, lê dîsa ez zarokên xwe ji kêfa cejnê dûr n hêlim  û çi ji destê min bê ez ê ji wan re bikirim. Di salê de 2 caran cejn e,  bila zarokên me kêfxweş bin.   ji xwe yên herî cejnê bi coş dikin zarok in. Ez vê Cejnê li her mirovekî misliman pîroz dikim."   'Li malê çêkirina kulîçeyan çanada dayikên kurd e'   Leyla Tahir jî li mala xwe dest bi çêkirina kûlîçeyan kiriye û dibêje ku ev çanda dayikên kurd e ku bi çêkirina şêraniyên malê  rengekî cûda dide cejnê. Leyla jî hestên xwe yên ji bo cejnê wiha vegotin:"Kelecana me ya pêşwazîkirina cejnê bi çend gotinan nayê ziman, ancax dil bikaribe wê îfade bike. Niha min li malê dest bi çêkirina kulîçeyan kiriye  da ku roja cejnê  li zarokan belav bikim.  Ev çanda dayikên kurd e ku bi çêkirina şêraniya malê rengekî cûda didin cejnê. Ji xwe roja çêkirina kulîçeyan jî hemû dayik li hev kom dibin û alîkariyê didin hev. Ew roj wekî  kombûna  jinan,  kêfxweşiya cejnê  a herî xweş ew e ku em bi hezkirin li hev bicivin û cejna xwe pîroz bikin."