Jinên Efrînê: Darên bi keda salan hatine çandin tên şewitandin 2019-06-01 11:36:12   Tulîn Muhemed   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên navçeya Şêrewa Efrînê dijîn bal kişandin li ser şewtandina dar û xwezaya Efrînê û wiha xemginiyên xwe anîn ziman: "Dewleta tirk bê hurmetiyê li hemberê xwezayê nîşandide û cîhan bi tewahî li gel texrîpkirina xwezayê bêdeng in."   Di 20'ê çileya 2019'an de êrîşê herêma Efrînê hat kirin, di encamê de Efrîn hat dagirkirin. Tevî zilm û zordariyê ya ku li ser şêniyên Efrînê tê meşandin û demografiya herêmê tên guhertin. Her wiha êrîşkar hurmetê nîşanî xwezayê nade û des bi şewtandina darên heşîn dike. Şêniyên li Efrînê yên ku li Şehbayê dijîn li hember kiryarên ku xwezeyê texrîp dikin bertek nîşan dan. Di têkilîdarê mijarê de jinên Efrînî nerînên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Her çiqas Dewleta tirk êrîşî me bike jî, em ê dildarê axa Efrînê bin."     'Em ê rojekê vegerin cih û warên xwe'    Jina bi navê Henîfe Osman di derbarê şewitandina xwezayê wiha nerînên xwe anî ziman: "Nêzî çar roj in Dewleta Tirk agir bi deverên şînahiyê û li derdora navçeya Şêrawa vêdixe.  Salekê şêniyên Efrînê ji ber şer ji cih û warên xwe koçber bûn. Dijminê mirovahiyê bi şewtandina çiya û xwezaya Efrînê  dixwaze me bitirsînin. Lê bila Tirkiyê baş bizane ku Gelê Kurd tu carî serî ne tewandiye. Em ji Dewleta tirk natirsin, em ê rojekê vegerin cih û warên xwe yê azad."    'Darên bi keda salan hatine çandin tên şewitandin'      Arîn Hesen ji gundê Saxonekê ye di nava nerîna xwe de da zanîn ku li hemberî şewata xwezayê cîhan bêdeng e û wiha got: "Dewleta tirk keda gel a bi salan şewitand, li beramberî vê yekê jî cîhan bê denge. Darên zeytûnan bi keda salan mezin bûne, her carekê Dewleta tirk darên me dişewitîn e. Em gelên sivîlin dixwazin di nav aramiyê de bijîn. Dewleta tirk fêrî kuştina mirovan bûye û cîhan jî li beramberî  vê yekê bê deng e. Dive Dewleta tirk dev ji van kiryarên xweyî qirêj berde û bihêle mirov rehet bijîn."   'Soza me rizgarkirina Efrînê ye'    Jina bi navê Eyîşa Xelîl bi hestên xemgîn der barê şewtandina darên zeytûnan wiha got: "Tirkiyê agir vêdixe hemû gund û warên Efrînê dişewitinin. Em ji agirê Dewleta tirk natirsin. Heta em bijîn em dildarê axa Efrînê bin. Soza me rizgarkirina Efrînê ye."