Li Omeryan zext bi dawî nabin: Îdiaya li gundiyan sîxurtî tê ferzkirin 2019-06-01 09:11:06   MÊRDÎN - Hat îdiakirin ku li herêma Omeryan A bi qedexeya derketiNA derve, pevçûn û şewata daristanan tê rojevê, welatî ji ber droneyên bi şev digerin, nikarin ji malên xwe derkevin û sîxurtî li wan tê ferzkirin.   Herêma Omeryan girêdayê navçeya Nisêbîna Mêrdînê ye û ji salên 90’î het niha di bin zextan de ye. Niha jî hat îdiakirin ku li welatiyên herêmê sîxurtî tê ferzkirin. Li herêma ku bi sdan gund hene, bi dehan jî qerekol hene. Herî dawî li gundên Xerabê Bava û Talatê bûyer hatin jiyîn û şewatên daristanan hatibûn jiyîn. Hat îdiakirin ku li herêmê leşker bi hinceta kontrola rê, dest didin ser wesayîtên gundiyan.   Herêm bi baxçeyên xwe yên fêkî, sebze û erdên xwe yên çandiniyê tê zanîn. Gundiyên ku gundên wan di salên 90’î de hatin şewitandin, piştî salan şûnde vegeryan malên xwe û kevneşopiyên xwe yên berê didomînin.   Ji ber droneyan nikarin ji malê derkevin   Li herêmê êvaran drone digerin û gundî nikarin derkevin derve. Gundiyên bi roj diçin baxçe an jî ser erdê xwe rastî zextên leşkeran tên. Ji ber bûyerên du sal berê hatin jiyîn, hinek cih wek herêma ewlehiya taybet hatin îlakirin û erd ji destê gel hatin girtin.   Welatiyan diyar kirin ku ew ji ber kontrola rê û lêpirsîna nasnameyê nikarin bi rehetî biçin gundêxwe, her tim ji aliyê leşkeran ve rastî gotin ‘îfada we heye biçin emniyetê’ tên. Hat hînbûn ku l gundê Çale û yên derdora wê di serdegirtina leşkeran de bi hezaran lîra cezayê ceyranê hatiye birîn.   Welatiyê bi navê T. ku diçû gundê xwe Talatê, diyar kir ku di rê de leşkeran ew daye sekinandin, piştre emniyetê gazî wî kiriye û got: “Tevî min ceyrana kaçax bikar neaniye jî 9 hezar ceza pere ha birîn. Gazî min kirin ez çûm eniyetê. Gotin ‘cezayê pereyê ceyranê heye. pereyê me heye em cezayê te bidin tu jî di mijarên din de alîkarî bide me’. Min ewil fêm nekir, lê piştre min fêm kir ku çi dibêjin.”