‘Astengkirina çalakiyan pêşiya îstîsmarê vedike’ 2019-06-01 09:09:52   AMED - Endama SKM’ê Hatîce Denîz Aktaş diyar kir ku dema  li dijî sûcên îstîsmara li hember jin û zarokan dadikevin kolanan, rastî astengiya hêzên dewletê tên û got: “Hêza ji bo me vediqetînin, ji 3’yan yek ji bo tecawizkaran veqetanda, wê wisa nebûna.”   Li Tirkiyeyê di 3 mehên ewil yên 2019’an de 154 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin û her meh bûeyrên îstîsmara zarokan di çapemeniyê de tên dîtin û roj bi roj ev sûc zêdetir tên jiyîn. Endama Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Hatîce Denîz Aktaş bi lêv kir ku ew li dijî sûcên îstîsmarê li qadane û der barê mijarê de nirxandin kir.   Hatîceyê destnîşan kir ku ji ber zîhniyeta serdest a mêr îstîsmara zayendî rewa dike û dewlet jî bêdeng dimîne, pêşiya gumanbaran vedike.   ‘Parastina saziyên wek weqfa Ensar, pêşî li îstîsmarê vedike’   Hatîceyê got bûyerên îstîsmarê roj bi roj zêde dibin û wiha pê de çû: “Di bûyera Weqfa Ensar û gekel bûyerên îstîsmarê yên din de bêcezakirina gumanbaran de dewlet berpirs e. Parastina saziyên wisa, ji gumanbar û sûcên îstîsmarê re qadê vedike. Herî dawî ji bo em Abdullah Şevkî ku di pirtûka xwe de îstîsmara zayendî rewa dikir, protesto bikin hatin cem hev lê polîsan çalakiya me asteng kir. Nivîskarê pirtûkê îstîsmarê rewa dike. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Di her hevoka pirtûkê de pedofîlî heye. Lê tevî vê bi şerta kontrola edlî hat berdan. Em dixwazin ev kes bê darizandin. Hêza ji bo me vediqetînin, ji 3’an yek ji bo tecawizkaran veqetandibana, wê wisa nebûna.”   ‘Bila her kes peywira xwe bike’   Hatîceyê bal kişand ser gotina namzetê şaredariya Stenbolê Bînalî Yilirim ya ‘Em ê 70 hezar kamerayê bikin Stenbolê’ û got ne jin ne jî zarok bi vî awayî nikarin bên parastin û ev pêkanîn wê zêdetir me bişopîne. Hatîceyê daxuyakirin ku ger her kes peywira xwe bike û sûcdaran bê ceza nehêlin, bawer bike wê ev sûc neyên jiyîn û got: “Hikûmeta ku qanûnên pêşî li îstîsmarê digire, re dike, dibe sedema îstîsmarê. Em dixwazin ‘Komîsyona Pêşîgirtina Îstîsmara Zarokan’ bê avakirin. Em ê tevî hemû astengiyan li kolanan bin.”