Gonul Erden: Li nexweşxaneyên girtîgehan ev pêvajo nikare temam bibe 2019-06-01 09:07:33   Habîbe Eren   ENQERE- Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden bi lêv kir ku piştî bidawîbûna grevan li girtîgehan pirsgirêk tên jiyîn û wih a got: “Xwedînbûna şaş, mudaxaleya şaş, rîska jiyanê bi xwe re tîne, zirarên mayînde dikare bihêle. Li nexweşxaneyên girtîgehan ev pêvajo nayê temamkirin.”    Piştî bidawîbûna grevên birçîbûnên gelek pirsgirêkên xwedîbûna ewil û ferzkirina dermankirina bi kelepçe hatin rojevê. Yekitiya Odeya Tabîbên Tirk (TTB),Komeleya Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) û SES jî di nav de hatin cem hev û mazeya krîzê ava kirin û gelek binpêkirinên mafan hatin maseya krîzê. Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden ya di maseya krîzê de cih digire, der barê binpêkirinên mafan yên hatine jiyîn de axivî.   Gonulê bi lêv kir ku li 90 girtîgehan 3 hezar û 65 girtî ketine grevê û piştî vê jî li 90 girtîgehan pisgirêk hatine jiyîn û wiha got: “Pir kêm girtî sewqî nexweşxaneyan kirin. Girtî li gelek cihî bi wesayîta rîngê birin, bi kelepçê derman kirin. Li hinek girtîgehan ev rewş zêdetir hat jiyîn. Li hinek girtîgehan jî bi însiyatîfa midûrê girtîgehê û lijneyan pirsgirêk çareser bû.”   ‘Ev li nexweşxaneyên girtîgehan nikare bê temamkirin’   Gonulê destnîşan kir ku sedemên sereke yên van pisgirêkan eve ku wezareta tenduristî û dadê nakeve hewldaan û wiha pê de çÛ: “Tevî em hişyar dikin, tevî me got dermankirina ewil gelek girîng e, me got em amadene bi hev re bixebitin, bi me re nexebitîn û me dît ku amadekariyên wan jî tune. Divê tahlîlên berfirehtir bên kirin. Divê nirxandina ewil li nexweşxanê û ji aliyê ekîbên pispor ve bê kirin. Li girtîgeha Sîncanê 3 girtî di koma ewil de bûn. 25 girtiyên din jî ji 1’ê Adarê de dest bi grevê kiribûn. Divê mudaxaleya li girtiyan lezgîntir bûna. Roja ewil tevî ku em geriyan, me israr kir me fêr ku girtî birine nexweşxaneya girtîgehê. Ji ber em nikarin bikevin hundir em nikarin agahî bigirin.”   ‘Mafê tenduristî û mirovahiyê gerduniye’   Gonulê her wiha daxuyakirin ku li hemû girtîgehan pirsgirêka sewqkirinê tê jiyîn, bi sînorkirî sewq tê kirin. Gonulê bi lêv kir ku mafê mirovan û tenduristiyê yê girtiyan gerduniye û got : “Li Rihayê girtiyek dema bi kelepçeyê dihat dermankirin ket û serê wî şikest. Li Mersînê girtiyên bi rîngê digirin bi saetan bê av hiştine. Li hemû girtîgehan li gorî diyetê tevnegeriyan. Her pêkanînek şaş dikare zirarên mezin li ser beden bihêle. Divê li gorî kesan diyeta taybet bê derxistin. Ev gelek girînge.” Gonulê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser rewşa doktor û kedkarên tenduristiyê û bang kir ku divê li ser nirxên gerdunî nêzî xebatkaran bibin.