TJA: Em ê destûrê nedin tarîtiya ku hûn hewl didin biafrînin 2019-05-31 14:17:04   AMED - TJA'yê derbarê tundiya li ser jinê û zarokan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: "Em mirasxurên tevgera azadiya jinê destûrê dan tarîtiya ku hûn hewl didin bi afrînin. Li gel polîtîkayên we yên bêdengkirinê em ê dengê xwe bilind bikin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê tundiya li ser jinê û zarokan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tundiya li ser jinê bi awayê berfireh berdewam dike, tundiya herî giran a li hemberî jinê ku tê kirin qirkirina wê ye û li dijî jin û zarokan, tundiya fîzîkî, zayendî û barî berdewam dike.    TJA'yê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:    “ Li gorî raporên dewletê, her wiha li gorî qeydên ne fermî, pirsgirêk gihaştiye asteke gelekî giran û di pênc mehên destpêkê yên sala 2019'an de zêdeyî 200 jin hatine kuştin.   Muzeyen Îslî li gel biryara parastinê hat qetilkirin    Dadgeha Bilind cezayê heta bi hetayê yê li Nevîn Yildirim hatibû birîn pejirand û parêzer Muzeyyen Îslî tevî biryara parastinê jî ji aliyê hevjînê wê yê li ber cihêbûnê bû hate kuştin.   Polîtîkayên bêcezahiştinê dibin sedema tundiyê    Li Rihayê bersûcê ku sê zarok îstîsmar kiriye bi rengekî negirtî tê darizandin û hate destnîşankirin ku polîtîkaya bêcezahiştinê û daxistina ceza ji ber 'nêzîkatiya baş' dibin sedem ku tundiya li jin û zarokan zêde bibe.   Em ê têkoşîna xwe bilind bikin   Em ê rê nedin tarîtiya ku hûn hewl didin biafirînin. Li gel polîtîkayên we yên bêdengkirinê hemûyan em ê bi dengekî bilind biqîrin. Bi dirûşma 'civaka azad bi jinên azad pêkan e' em ê têkoşîna xwe li her qadê bilind bikin." Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê tundiya li ser jinê û zarokan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tundiya li ser jinê bi awayê berfireh berdewam dike, tundiya herî giran a li hemberî jinê ku tê kirin qirkirina wê ye û li dijî jin û zarokan, tundiya fîzîkî, zayendî û barî berdewam dike.    TJA'yê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:    “ Li gorî raporên dewletê, her wiha li gorî qeydên ne fermî, pirsgirêk gihaştiye asteke gelekî giran û di pênc mehên destpêkê yên sala 2019'an de zêdeyî 200 jin hatine kuştin.   Muzeyen Îslî li gel biryara parastinê hat qetilkirin    Dadgeha Bilind cezayê heta bi hetayê yê li Nevîn Yildirim hatibû birîn pejirand û parêzer Muzeyyen Îslî tevî biryara parastinê jî ji aliyê hevjînê wê yê li ber cihêbûnê bû hate kuştin.   Polîtîkayên bêcezahiştinê dibin sedema tundiyê    Li Rihayê bersûcê ku sê zarok îstîsmar kiriye bi rengekî negirtî tê darizandin û hate destnîşankirin ku polîtîkaya bêcezahiştinê û daxistina ceza ji ber 'nêzîkatiya baş' dibin sedem ku tundiya li jin û zarokan zêde bibe.   Em ê têkoşîna xwe bilind bikin   Em ê rê nedin tarîtiya ku hûn hewl didin biafirînin. Li gel polîtîkayên we yên bêdengkirinê hemûyan em ê bi dengekî bilind biqîrin. Bi dirûşma 'civaka azad bi jinên azad pêkan e' em ê têkoşîna xwe li her qadê bilind bikin."