Mîhrîcana Dengê Sivîlan dê bê lidarxistin 2019-05-31 11:54:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîst û nûnerên sazî û rêxistinên sivîl ên li Tirkiye û Cîhanê di Mîhrîcana Dengê Sivîlan de kom dibin    Li cîhanê û Tirkiyeyê aktîvîst û endamên rêxistinên ku ji bo mafên mirovan dixebitin dê di 28 û 29'ê hezîranê de li Stenbolê Mîhrîcana Dengê Sivilan li dar dixin. Di 4'emîn mîhrîcanê de dê sazî û rêxistinên sivîl dê li ser armancên xwebatên xwe rawestin. Her wiha nûnerên saziyên sivîl dê tecrûbeyên xwe parvebikin. Her wiha mijara, civak, zanyarî, jin dê bê niqaşkirin. Bi mîhrîcanê daxwaz dikin ku tecrûbe û pratîkên xwe parvebikin.    Organîzatorên mîhrîcanê bang li her kesî kir tevlî mîhrîcanê bibin û tiştên ku nayê dîtin, nayê nivîsandin û nayê bihistandin, dê bi mîhrîcanê derxin rûyê erdê.