Girtiyên li Girtîgeha Mêrdînê: Em bi ser ketin 2019-05-31 09:13:13   MÊRDÎN - Malbatên girtiyan, piştî grevê birçîbûnê ku bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bidawî bûn, çûn girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê wiha gotin: “Moral û rûyê wan yê bi ken divê bihata dîtin. Gotin ‘me bi hev re li ber xwe da, me bi hev re qezenc kir’.”   Çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka Kongera Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ve ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, 7 meh berê hat destpêkirin û li hemû girtîgehan belav bûn, yekşema borî bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî hat bidawîkirin. Girtiyên Tîpa E ya Mêrdînê ku piştî grevê bi malbatên xwe re hatin cem hev, diyar kirin ku wan bi hev re berxwedaye û bi hev re qezenc kirine.   Fevziye Kaya daxuyakirin ku moralê girtiyan gelek baş bûye û kurê wê Neçîrvan Kaya jî ji 1’ê adarê de dest bi grevê kiribû û wiha pê de çû: “Di 1’ê adarê de ketibû grevê. Rewşa wan baş bû. Rûyê wan zindî bibû. Doktor çibûn cem wan, tahlîl kiribûn û lîsteya xwarinê dabûnê. Rûyê hemûyan dikeniya. Moralê wan baş bû. Tenduristiya wan wê roj bi roj baş be. Em hêvîdarin wê rewşa wan baş be. Heta ev moral bi wan re hebe wê her tiştî derbas bikin.”   ‘Em bi kêfxweş in’   Fevziyeyê got di vê pêvajoyê de kurê wê 10 kîlo û wê jî 7 kîlo daye û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya grevê de me nikaribû xwarin bixwara. Min jî xwe di grevê de hîs dikir. Niha qe nebe em rehetin, em bi zarokên xwe re dikarin bi rehetî tiştekî bixwin.”   Hatîce Ayav jî da zanîn ku kurê wê Serkan Ayav di 1’ê adarê de ketiye grevê û wiha got: “Rewşa wan baş bû. Îradeya wan pir e. Kurê min nexweş bû, birîndar bû, lê dîsa ji grevê derneket. Encama hatiye girtin ji bo Gelê Kurd gelek baş bû. Me rojên zehmet derbas kir. Di wan rojan de girtiyan moral da me. Lê niha em ruyê wan yê bi ken dibînin û em kêfxweşin. Em çûn hevdîtinê. Girtiyan got ‘me bi hev re berxwe da, me bi hev re qezenc kir’. Em niha bi awayekî rehet radizên.”