Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksu: Qeyûm bi tenê li pey xwe deyn hîştiye 2019-05-31 09:06:03   Rojda Aydin   ERZIROM - Hevşaredara HDP’ê ya Qereyaziyê Melîke Goksu derbarê deynên ku qeyûm ji şaredariyê re hîştiye de axivî. Melîke, anî ziman ku qeyûm şaredarî bi  2 milyar, 63 milyon û 591 hezar TL deyndar kiriye.   Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeya Qereyaziya Erziromê Melîke Goksu û Burhanettîn Şahîn di hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de ji sedî 61, 83 deng giritn û bûn şaredar. Hevşaredaran bal kişand ser serdema qeyûm û gotin ku   2 milyar, 63 milyon û 591 hezar TL deyn li dû xwe hiştiye. Di derbarê mijarê de Hevşaredara HDP’ê ya Qereyaziya Melîke Goksu axivî.   Melîke, anî ziman ku ew di pêvajoya hilbijartinê de di demên gelek zor û zehmet de derbas bûne, li dijî hemû zehmetiyan xebatên xwe meşandine û wiha got: “Me xebatên xwe yên hilbijartinê bi gelê xwe re bi coş û moralekî mezin rêve birin meşandin. Di dema xebatên hilbijartinê de gel bertekên xwe nîşanî qayiman dida  û me vê gelek baş dît. Şaredariyên ku bi awayekî antî demokratîk hatibûn xespkirin, gel carekedin bi awayekî demokratîk  paşve girt. Gel dema diçû ser sindoqan gelek kelecanî bû û ji aliyekê ve jî li dijî tehdîdên ku dihatin kirin tu carî serê xwe netewand. Gelê me carekedin wêrekiya xwe nîşan da.”   ‘Pêvajoya mazbatayê hat dirêjkirin’   Melîke, di domandina axaftina xwe de got ku wan di 10’ê Nîsanê de mazbatayên xwe wergirtine û wiha pêl da axaftina xwe : “Ji ber îtîrazên ku hatin kirin pêvajoya mazbatayê hat dirêjkirin. Îtîrazên ku ji Lijneya Bilind a Hilbijrtinê (YSK)  re hatin kirin nehatin qebûlkirin. Dema ku em çûn mazbatayên xwe bigirin jî gotin wê AKP carekedin îtîraz bike û piştî bi 3 rojan mazabatayên me dan me. Ev jî nîşaneya bêhiqûqiya tê kirin e. Lê ji ber ku ferqa di navbera dengên me û yên AKP'ê de zêde bû, têgihîtin ku nikarin şaredariyê bi dest bixin careke din îtîraz nekirin û  piştre me mazbatayên xwe wergirtin.”   ‘Şaredarî hatiye talankirin’   Melîke, diyar kir ku wan pitî mazbatayên xwe girtine bi gel re heta şaredariyê meşiyane û ev tişt got “Em bi gelê xwe re heta ber şaredariyê meşiyan û beriya ku em derbasî şaredariyê bibin me di serî de barîkata li ber şaredariyê rakir. Piştî ku me barîkat rakir em gel re ketin şaredariyê. Piştî ku me şaredarî dewer git me dît ku wekî şaredariyên din ên ku qeyûm tayînî wan hatibûn kirin çawa hatiye talankirin.  Qayimê bi tenê li pey xwe deynan hîştiye. Xizmeta qeyûm a şaredariyê   2 milyar, 63 milyon û 591 hezar TL deyndar kiriye.”