‘Kujer diyar in lê bê ceza dimînin’ 2019-05-31 09:03:57   AMED -  Di sala 2018’an de 440 jin û îsal jî di 4 mehên dawiyê de jî 137 jin hatin qetilkirin. Endama SES’ê Rahîbe Alkiş Camci, diyar kir ku ya ku şerm bike ne jin e, mêrên tacîzkar in. Ji EGÎTÎM SEN’ê jî Zeynep Aykat jî destnîşan kir ku kujer diyarin lê wekî her car bê ceza dimînin.    Bûyerên şîdet û îstîsmara zayendî her ku diçe zêdetir dibin. Di nav civaka paşverû de tacîz, tecawîz, şîdet wekî qedera jinê tê dîtin. Li gorî daneyên sala 2018’an de 440 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin. Li gorî daneyên îsal jî di meha çileyê de 43, di sibatê de 31, di adarê de 27 û di nîsanê de jî 36 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Her wiha di rojeva jinan de bûyera ‘Tora fihûşê’ ya Mêrdînê, qetilkirina parezera jin a li Amedê û  qetilkirina polîsa jin heye.    Di der barê mijarê de Sekretera Komîsyona Jinan a Sendîkaya Kedkarên Zanyarî û Perwerdê (EGÎTÎM SEN) a Şaxa Amedê Zeynep Aykat, da zanîn ku kujer diyarin lê mixabin bê ceza dimînin. Her wiha Endama Sendîkaya Xizmetên Civakî û Tendurîstiyê (SES) a Amedê Rahîbe Alkiş Camci jî diyar kir ku jin dikare bibêje “Ya ku şerm bike ne ez im, zilamê tacîzkar e".   ‘Bi awayeke hêsan jin tên qetilkirin’   Zeynep Aykat di axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên tacizê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her roj jin bi bûyerên şîdetê re rû bi rû dimînin. Li Amedê di nav hefteyekê de 2 jin hatin qetilkirin. Bûyera dawiyê di 26’ê gulanê de rû da. Polîsê mêr, bi hinceta pevçûnê hempîşeya xwe ya jin qetil kir. Ev tişt rewşa heyî radixe ber çavan. Bi awayeke hêsan jin tên qetilkirin.”   ‘Jiyan jî tê qetîlkirin’   Zeynep destnîşan kir ku şîdeta li hemberî jinê her ku diçê zêdetir dibe û wiha nêrînên xwe anîn ziman: “Şîdeta li ser jinê her ku diçê zêdetir dibe. Gelek jiyan jî bi qetilkirina jinê re tên qetilkirin. Zarok qetilkirina dayika xwe dibîne û ev tişt tê wateya ku jiyana zarok jî tê qetilkirin. Wehşeta ku li civakê hatiye enjektekirin dibîne, bi kîn û nefrete re mezin dibin.”   ‘Kujer diyar in'   Zeynep, diyar kir ku bi qanûnên ku hatî derxistin qetîlkirin tê parastin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di her alî de cudahiya zayendî pêk tê. Wekî bila jinên ducanî dernekevin, bi deng nekenin û peyvên şerm bikar neynîn, ev tişt ji bo jinê hatine xezkirin. Wekî her car em dibêjin kujer diyarin lê mixabin bê ceza dimînin. Wekî bûyera Mêrdînê. Fail bê ceza digerin, dozên der barê wan de jî paşve tên avêtin. Ev dide diyarkirin ku wê di demê pêş de ev bûyer bêhtir rû bidin.”   ‘Tacîz tê meşrûkirin’   Rahîbe Alkiş Camci li ser bûyerên îstismara zayendî rawestiya. Rahîbe, diyar kir 20 sal in şîdet û îstîsmara zayendî li hemberî jinê zêdetir dibin. Rahibe, di axaftina xwe de bal kişand ser îktîdara AKP’ê û wiha got: “Bi îktîdarbûna AKP’ê qetilkirina jinê hîn zêdetir bû. Bi polîtîkayên qirêj yên di bin navê olî de ku li her qada jiyanê didin meşandin re jinê û bedena jinê dagir dikin.”   ‘Perwerde bi armanca pêşxistina koletiyê tê dayîn’    Rahîbe, da zanîn ku îktîdar jinê wekî di rêza duyem û sêyem de dibînê û perwerdeya xwe jî li ser wî esasî pêk tîne. Rahibe wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinê ji zanistê dûr û ji xwe re wekî kole perwerde dikin. Mînaka herî berbiçav, bûyera ku zilamekî bijîşk hevjîna xwe ya parêzer qetil kir. Her wiha bi qanûnên xwe jî şîdeta li hemberî jinê meşrû dikin. Wekî zaroka ku 9 salî dikare bi êrîşkar re bizewice. Ji ber ku dema zarok bi îstîsmarê re rû bi rû ma deng nekiriye û ev tişt nabe îstîsmar.”   ‘Gumanbar ceza nagirin’   Rahîbe, di axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên demên dawiyê derketin û wiha got: “Wekî bûyerên van rojan li bajarên wekî Mêrdîn, Serêkanî, Amed, Stenbolê rûda ne. Bi hincetên vala gumanbar serbest tên berdan û ya herî balkêş jî dema serbest tên berdan rastî eleqeyeke baş tên.  Heke cilên xweşîk li xwe kiribe, temenê wî mezin be û hwd bê ceza dimînin. Em dikarin bibêjin dewlet piştgiriyê dide wan gumanbaran.”   ‘Êdî jin di ferqa hêza xwe de ne’   Rahîbe di axaftina xwe ya dawiyê de bal kişand ser hişmendiya mêr û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hişmendiya zilam a qirêj her tim hebûye. Jin rastî ruxandin, tundî, tacîz û tecawîzê re ri bû rû dimînin. Lê bi derketina hêza jinê, jin bêhtir ketin ferqa hêza xwe. Jin heke bi xwe bawer be, dikare li ber xwe bide. Bi awayekî xurt jinek dikare li dijî îstîsmarê derkeve û bîne ziman. Jin dikare bibêje ‘yê ku şerm bike ne ez im zilamê tacîzkar e’."