Kongreya Star Kurdê Elî Izêr bi bîr anî 2019-05-31 08:46:44   QAMIŞLO - Kongreya Star bi daxuyaniyek nivîskî Kurdê Elî Izêr bi bîr anî.   Cigîra Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Kurdê Elî Izêr a demekê ji ber nexweşiya xwe dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Koordinasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî Kurdê Elî Izêr bi bîr anî.    Daxuyanî wiha ye:    "Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Kurdê Elî Izêr di nava têkoşîna azadiyê de bi nexweşiyekê koça xwe ya dawî kir. Em wek  Kongreya Star ji malbata wê re sersaxiyê dixwazin û ji hemû heval û hogirê wê re daxwaza sebir û aramiyê dikin.   Ew jî wek jineke Êzidî di nava zilm û zordariya sîstema desthilatdariya îmha û înkarkirinê de berxwedaneke mezin daye meşandin û nerazîbûnên xwe yên li hemberî jin û civaka Êzidiyan bi azweriyeke mezin di nava siyaseta demokratîk de daye nîşandan. Ji bo azadî û wekheviyê îfadeya xwe û ya civaka xwe di nava pergala netewa demokratîk de dît û xebatên meclîsa Şengalê ked û bedeleke mezin daye û erka hevserokatiyê de cihê xwe girtiye. Ev bi serê xwe sekin û nêzikatiyeke berxwedêr îfade dike û ji gelek jinên Ezidiyan re jî bûye mînakek û bûye deng û rûyên jin û civaka bindest û demokratîk ên Êzidiyan.   Li ser vî esasî careke din em hemû şehîdên aştî û demokrasiyê bi bîr tînin û sersaxiyê dixwazin. Em soza mezinkirina têkoşîna azadiya civakê ji nû ve tînîn ziman û em ê bibin şopdarê şehîdên ked, aştî û demokrasiyê."