Şêrewa tê şewitandin 2019-05-31 08:40:58   ŞEHBA - Dewleta tirk û komên girêdayî wê şev derdora saet di 2:30' an de agir berdan bax û baxçeyên gel ên gundê Soxanekê yê Navçeya Şêrewaya Şehbayê.   Dewleta tirk û komên girêdayî wê ev çend roj in bê navber gundewarên navçeya Şêrawa ya Şehbayê dide ber agir. Şev derdora saet di 2:30' an de dewleta tirk û komên girêdayî wê agir berdan bax û baxçeyên gel ên gundê Soxanekê yê Navçeya Şêrewaya Şehbayê.   Gelê navçeya Şêrawa jin, zarok, pîr, her kes ji bo tefandina agir sefrber bûn. Ji ber gurbûna agirê zêde darên zeytûna û genim û bax û baxçeyê gel yê gundê Soxanekê şewitîn.