Dayika Kemal Kurkut, Secan: Te çima kuşt, qatîl? 2019-05-30 16:23:07   AMED - Dadgeha li doza Kemal Kurkut mêze dike, ji ber nakokiyên di navbera raporên têkildarî cînayetî hatin amadekirin de, ji Saza Giştî ya ATK’ê xwest ku raporek nû amade bike. Dayika Kurkut Secan Kurkut a beşdarî danişînê bû, ji polîsê bersûc ê rû bi rû ketin re pirsa “Qatil! Te çima lêxist? Ma Kemal çi ji te kiribû?” kir.      Danişîna doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê di Newroza 2017'an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin û polîs Y.Ş. bi sûcdariya “bi bizanebûn kuştin” bi cezayê muebatê tê darizandin, li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.    Dayika Kemal, Secan Kurkut, birayê wî Ferhat Kurkut, parêzerên malbatê, bersûc polîs Y.Ş. û parêzerên wî beşdarî danişînê bûn.    Di danişîna gelek polîsan şopand de, rapora herî dayî ya Buroya Krîmînal a Neteweyî derbarê kuştina Kemal de amade kiribû gehişt dadgehê.    UKB'ê di rapora xwe ya destpêkê de berovajiyê rapora xwe ya duyemîn tespît kiribû ku Kurkut rast e rast bi gule reşandinê hatiye kuştin. UKB'ê nakokiya rapora xwe ya duyemîn girêdayî daxwaza tespîtkirina gumanbar û neşandina dendika guleye, îşlikê guleyê, encamên rapora otopsiyê ya dadgehê kir. Di rapora duyemîn a UKB'ê de tê ragihand ku bi lêkolînên li ser rapora ku weke xwelî hatiye şandin ev encam derketiye holê.   UKB'ê encamên ku di rapora xwe de gihîştiyê bi van hevakon vegot: "Weke ku berê jî di rapora UKB'ê de hatibû diyarkirin kesê gule berdaye Y.Ş e. Bi daxwaza duyemîn a 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê, li ser mijara teqez çawa lêdanbûnê xebat hatine kirin û di encamê de kuştî bi teqandina guleya destpêkê ya ku ji demançeya Y.Ş derketiye û pekiyaye birîndar bûye. Bi dîmenên ku hatiye deşîfrekirin derketiye holê ku gula hatiye berdan diteqe û ji erdê dipeke ser kuştî û kuştî neyatiye hedefgirtin."   Dadgeha ku li dozê mêze dike, ji ber nakokiyên di navbera raporên têkildarî cînayetî hatin amadekirin de, ji Saza Giştî ya ATK’ê xwest ku raporek nû amade bike.   Polîsê bersûc parastina xwe ya nivîskî pêşkêşî dadgehê kir û bi devkî jî kurt axivî. Polîs Y.Ş. di parastina xwe de du raporên bi nakok qebûl nekirin û got: “Ez dixwazin TUBITAK raporek nû amede bike. Ez bê sûcim û beraeta xwe dixwazim.”   Dayika Kemal, Secan Kurkut a cara yekemîn bi bersûc polîs Y.Ş. re rû bi rû ket, di danişînê de axî û wiha got: “Ez tenê edaletê dixwazim. Xwe bixin şûna min.” Dayik Kurkut dûre berê xwe da polîsê bersûc û got: “Qatil! Te çima lêxist? Ma Kemal çi ji te kiribû. Hêvî dikim ku tu wijdan ezabî bikêşî. Ez hêvî dikim ku mîn min çigera te jî bi şewite.”    Serokê dadgehê dûre xwest ku leşker Secan Kurkut ji dadgehê derbixin. Leşkeran jî li ser vê yekê Kurkut ji salona dadgehê derxistin.   Dûre parêzeran parastin kirin. Parêzerê malbata Kemal, Mehmet Emîn Aktar, di parastina kir de, diyar kir ku wan fêm nekir ku çima dadgeh ji Buroya Krîmînal a Neteweyî rapora duyemîn dixwaze û got: “Ji ber ku dewlet ji rapora yekemin aciz bû, rapora duyemin amede kir. Gelo çima di rapora duyemîn de cih nedane dîmenan. Tîpa rapora duyemîn, karê derxistina karekê ye. Em dixwazin dîmen li salona dadgehê bên temaşe kirin.     Parêzer Reyhan Yalçindag jî, di parastina kir de wiha axivî: “Bersûc ji bo kuştin tevgeriyaye. Bi awayek pergalê bersûc tê parastin. Em difirin ku ev aqlê dewletê ye. Bi hezaran girtî ji ber ku mafên xwe demokratîk bi kar anîn niha di girtîgehan dene. Lê bersûcên ku mirovan dikuşin, bêyî ku bên girtin, li derve tên darizandin.   Piştî parastinan, dadgehê navber da. Dadgehê piştî navberê daxwaza girtina bersûc red kir û  ji ber nakokiyên di navbera raporên têkildarî cînayetî hatin amadekirin de, ji Saza Giştî ya ATK’ê xwest ku raporek nû amade bike û danişîn taloq kir.