Bi şahiyekê belgename li xwendekaran hat belavkirin 2019-05-30 13:33:29   HELEB - Îro li dibistana şehîd Qehreman ya  li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, belgename bi şahiyekê  li xwendekaran hat belavkirin.   Piştî bidawîkirina ezmûna a dawiya salê, mamosteyên dibistanê bi şahiyekê belgename li şagirtan belav kirin bi dehan xwendevan belgename xwe girtin. Bi dehan mamoste û xwendekar di şahiyê de amade bûn. Şahî bi deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Li ser navê Rêveberiya dibistanan Mamoste Nûjîn Osman axivî û got: "Em vê salê li zarokan pîroz dikin ku wan bi zimanê xwe perwerde dîtin. Sala yekemîne ku li bajarê Helebê dibistanek ava dibe û refa yekem heya şeşan vedibe. Ev jî bi keda pakrewanên azadiyê ava bû. Sonda me ew e ku em ê her dem pêşengtiya zimanê xwe bikin û xwedî li zimanê xwe derkevin."   Paşê xwendekar stran û helbestên xwe pêşkêş kirin. Şahî bi belavkirina belgenameyan û diyariyan bi dirûşmeya "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû .