Zarokekek bi gûmana êrîşa zayendî rakirin nexweşxaneyê 2019-05-30 10:29:54   HATAY - Li Dortyolê zaroka 5 salî bi awayekî birîndar li derdora qenala avê hat dîtin. Zaroka ku birin nexweşxaneyê rakirin beşa awarte. Bi gumana ku zarok bi êrîşa zayendî re rû bi rû maye lêpirsîn hat destpêkirin.    Li taxa Altinçag a navçeya Dortyola Hatayê li derdora qenala avê zaroka 5 salî hat dîtin. Li ser agahdariya welatiyên ku zarok ditîn, ekîbin tenduristiyê hatin cihê bûyerê û zaroka birîndar ku hişê wê ne li serê wê bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê. Bijîjkan dilê zaroka ku sekinîbû careke din xebitandin û rakirin beşa venêrîna awarte. Li gorî muaneya ewil tê gumankirin ku zarok rastî êrîşa zayendî hatiye. Derbarê bûyerê de polîsan lêpirsîn da destpêkirin.