Jina xebatkar ji aliyê xwediyê milk ve hat derbkirin 2019-05-30 10:01:00   STENBOL - Gaye Akil a ku li kargeheke li Beşîktaşê dixebitî, ji aliyê xwediyê milk Şahîn Şeker ve hat derbkirin.Gaye diyar kir ku wê dîmenên tundiya lê hatiye kirin parvekirine û  gilî kiriye.    Gaye Akil a ku li kargeheke li Beşîktaşa Stenbolê dixebitî, ji aliyê xwediyê milk Şahîn Şeker ve hat derbkirin.Gaye diyar kir ku wê dîmenên tundiya lê hatiye kirin li ser medya civakî parve kirine û  gilî kiriye.  Li gorî nûçeya di Evrenselê de hat weşandin Şahîn Şekr, ji personelên xwe yên ku li cihê kiryar dikevin hundirê kargehê de dixebitin re gotiye, "Dema ku ez têm hûn çima ranabin ser piyan" û ew derb kirine.    Gaye diyar kir ku wê  gişî kiriye û ji raya gitştî piştgiriyê dixwaze.