'Li zanîngehan hejmara mamosteyên jin kêm in' 2019-05-30 09:20:14   NAVENDA NÛÇEYAN -  Li Herêma Federal a Kurdistanê 128 hezar û 421 mamostayên dibistanên seretayî û heta amadeyî hene.  74 hezar û 311 hezar mamostayên jin in û 54 hezar û 110 jî zilam in. Lê di nava 9 hezar û 210 mamostayên zanîngehê 6 hezar û 135 mamostayên zilam in û 3 hezar û 75 mamostayên jin hene.    Li Herêma Federal a Kurdistanê hejmara jinên ku xwedî dîplomeya master û lîsansa bilind kêm in. Li gorî daneyên ji Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê, li Kurdistanê 128 hezar û 421 mamostayên dibistanên seretayî û heta amadeyî hene. Ji vane 74 hezar û 311 hezar mamostayên jin in û 54 hezar û 110 jî zilam in. Herwiha li gorî daneyên Wezareta Xwendina Bilind ji 9 hezar û 210 mamostayên zanîngehê 6 hezar û 135 mamostayên zilam in û 3 hezar û 75 mamostayên jin in .   Eger herdu daneyan bînin pêşberî hev, derdikeve holê ku mamostayên jin li zanîngeh û peymangehan gelek ji zilaman kêmtirin. Lê li dibistanên seretayî, navîn û amadeyî hejmara mamostayên jin gelek ji mamostayên zilam zêdetire.   'Ji bo jinê mamostetî tê ferzkirin'    Mamosta Layefe Mihêdîn ji Rojnewsê re axivî û nêzî 32 sal in li Silêmaniyê waneya zimanê Kurdî dide, sedema hejmara zêde ya mamostayên jin li dibistanên seretayî, navîn û amadeyî kêmiya dema dewamê dibîne ku ji 4 saetan kêmtir û ji 6 saetan zêdetir nîne û wiha got: "Ji ber ku jin li gel erka dibistanê, erka xwedîkirina zarokan li ser stûye û jin pîşeyê mamostetiyê bi guncav dibîne."   Mamoste Talar Elî Emîn ya li Zanîngeha Silêmaniyê waneya dîrokê dide têkildarî sedema kêmbûna mamostayên jin a li zanîngehan wiha got "Wêneyekî civakî ji bo jin hatiye daniye. Zarokan xwedî dike û berpirsiyariya malê li ser milê wane. Dema ku mamostaya zanîngehê jî be barê wê girantir dibe. Hewldan û westana wê zêdetir dibe."   'Hewl bidin ku dîplomaya bilindtir bi dest bixin'   Talar diyar kir ku yek ji sedemên din nebûna aboriya serbixwe ya jinan e û wiha domand: "Cudahiya zayendî wiha kiriye ku piraniya malbatan amadene pereyan ji bo kurên xwe xerc bikin û ji bo xwendinê bişînin derveyî welat. Lê vê ji bo keçan nakin û bi kêm temaşeyî wan dikin. Herwiha derfetên kar ji bo zilaman ji jinan zêdetire. Zilam dikarin piştî dewamê şev kar bikin, lê ev derfet ji bo jinan nîne. Malbat rê nadin keçên wan biçin derveyî welat master û diktora bixwînin. Li gorî wan ger jinek xwendinê temam bike û dîlomaya asayî hebe, piştî ku bû xwedî mal, zarok û hevser êdî pêwîst nake zêdetir bixwîne."   Talar di dawiya axaftina xwe de bang li jinên xwendekar kir û wiha dawî li axaftina xwe an: "Piştî temamkirina zanîngehê bixwînin û hewl bidin dîplomayek bilindtir bi dest bixin. Herwiha zêdetir kar bikin. Ji bo ku hûn xerca xwe peyda bikin û xewna xwe pêk bînin."